Desteya Yasazanên Sûrî bîrdozeke yasayî derbarê berdewambûna Beşar Elesed di destdanîna ser malûmilkên Sûriyan derxist, ko ew tekûzkirina tawana koçkirina kotekî ye bi amanca guhertina dîmugrafî û bihêlin kompaniyên Îranî û Rûsî pirojeyên xwe li Sûriyê cîbicî bikin.
Desteyê di bîrdoza xwe de got ku rêjîm pilana destdanîna ser milkên Sûriyan ên veguhêz û neveguhêzek çi li bankan an li birêveberiyên akarî bin, ko wan ji mafên wan ên kirêkirin û sûdewergirtina ji zeviyan bêpar bikin, û wan milkan ji peyrew û şebîhên xwe re pêşkêş bikin.
Di bîrdozê de hat ku belgeya ofêsa partiya Elbass ya bajarokê Soran, ya ji serpereştiya firqa Kewkeb re şandiye, li ser biryara şaxê partiya Bass li Hema ya hejmar 264 28.08.2019 , ji bo destdanîna ser xakên çandiniyê û yên ne çandiniyê ên kesên li dijî Esed derketine bi behaneya ko ew terorîst in.
Desteyê di bîrdoza xwe de got ko jidestbirina milkên xelkê û belavkirina wan li ser şevengên xwe û çeteyên Esed, dê dijminahiyên din yên bêdawî çêbike, û şer di navbera takekesên civakê de berdewam bike.
Desteyê daxwaz kir ko nehêlin rêjîm û Îran û Rûsya destên xwe deynin ser akarên xelkê, wek berdewamiyê ji tawanên koçkirinê re, û got ku giring e hemû biryarên li ser vê jidestbirina milkên Sûriyan wek karên nerewa bên dîtin.
Tête amajepêdan ko rêjîma Beşar Elesed dest bi pilanekê kiriye, da dest deyne ser milkên Sûriyan yên veguhêz û neveguhêz li gor yasaya hejmar 10 sala 2018ê, ko dest pê danîne ser milkên Sûriyan yên di rêveberiya dokomentên aqarî de qeydkirî ne.
Jêder: Ofêsa Ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî