Îro roja 23/9/2016 li ser vexwendina nivîsîngeha rawêjkara Almaniya Encêla Mêrkil ji Encumana Niştimanî Ya Kurd re, li avahiya Rawêjkara Almaniya, nûnerên ENKSê bi nûnerên Rawêjkariyê re cîvînek kirin, bi amadebûna heryek ji Firank Hartman rêveberê beşê pêwendiyan ligel dewletên Rojhilata navîn û Afrîka û Amerîka latînî, û Danyal Şilîgil şêwirdara birêz Hartman di nivîsgeha şêwirdariyê de, û ji aliyê ENKSê ve heryek ji berêz Îbrahîm Biro serokê ENKSê û Kamîran Haco berpirsê Nivîsîngeha Pêwendiyên Derve yê Encûmenê û Siyamend Haco endamê nivîsîngeha pêwendiyên derve amade bûn.
Firank Hartman di civînê de piştgiriya hikûmeta Almaniya ji serokê ENKSê re diyar kir, der barê revandin û sergonkirina wî ji aliyê çekdarên PYDê ve, her weha piştgiriya xwe ji hemû girtiyên siyasî yên ENKSê re, nemaze yên li vê dawiyê hatine girtin anî ziman, û giringiyek zêdetir da girtiyên ENKSê yên xwediyên daniştinname û regeznameyên Almanî, herwiha hemû binpêkirinên çekdarên PYDê şermezar kirin.
Ji aliyê xwe ve, şanda ENKSê destxweşî li helwesta hikûmeta Almaniya kir ji bo alîgiriya wê ji helwesta ENKSê û çalakiyên wê yên aştiyane re, yên ji bo xistina fişaran li ser PYDê, bi armanca serbestberdana girtiyan, her weha da dest ji siyasetên xwe yên kotek û zorê li dijî gelê kurd li Sûriyê berde.
Herwiha şanda ENKSê behsa belgenameya desteya bilind ya danustandinan ya Londonê û nameya nerazîbûna xwe jê kir, ew nameya ENKSê şand ji desteya bilind re, û têde redkirina xwe ji belgenameyê re nîşan da. Her weha şandê dxwaza xistina fişaran li ser desteya bilind ji hikûmeta Almanî kir, der barê girigiya guhertina wê belgenameyê bi awayekî ku ligel rastiyên dîrokî û cografî û rewşenbîrî yên Sûriyê bigunce, ji ber Sûriya nabe dewletek demokrat û Yekgirtî, eger mafên netewî û siyasî û rewşenbîrî yên gelê kurd û herwiha mafên hemû kêmhejmarên netewî û olî yên Sûriyê têde misoger nebin.
ENKSê tekez kir ku di karnameya xwe ya siyasî de, ew daxwaza Sûriyayek federal dike, ya hemû mafên netewî yên gelê kurd têde bên parastin, di çarçova yekbûna welat de.
Ji aliyê xwe ve, Hartman piştgiriya xwe ji daxwazên ENKSê tevan re dupat kir, û tekez kir ku hikûmeta Almaniya wê hewl bide têkiliyan bi desteya bilind re bi rêka hevparên xwe yên Dostên Gelê Sûriyê re pêk bîne, ji bona gerantîkirina mafên hemû pêkhateyên netewî û olî di belgenameya navhatî de, bi awayekî yasayî, da Sûriya paşerojê welatek demokrat û firenetewî û fire-olî be.
Jêder: Hevbendî