Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Rêjîma Esed û dagîrkerên Rûsî, kampaniyeke tawankarî bi bombebarana asmanî cîbicî dikin, taxên niştecihan yên dorpêçkirî li Helebê amanc dikin, bi dîmeneke bobelatî, çimkî dîmenên ko ji wir tên û li cîhana bêdeng belav dibin, riyalîtek e qet bi gotinan nayê salixdan.
Hevbendiya Niştimanî vê kampanya tawankarî ya ku têde nakokî û hevsengiyên navdewletî li ser hesabê xwîna miletê Sûrî tên serastkirin pirotesto kir. vê tawankariyê zarok û jin, mizgeft û dêr û nexweşxane amanc kirin, bombe û mûşek bikar anîn, wêraniyên mezin çêkirin, û bizavê dike ko hejmareke bêtir ji kuştin û koçkirina sivîlên Helebê yên dorpêçkirî bike.
Îro û li pêşberî tawankariyeke cengê ko bi roj pêk tê, û zêdegaviyên kirêt tê de dibin, yên hêjayî pirotestokirinê ne. civaka Navdewletî di bêpirsiyariya xwe de berdewam e, bi tawankariyê re dijî hem wê birêve dibe û sûdê jê werdigire, rastiyê piştguh dike, û encamên vê lênerîna kirêt ne tenê tewankaran şermezar dike û kesên bêdeng jî aşkere dike, lê belê ew dergehekî li ber paşerojeke reş ko tiroristî li herêmê û cîhanê zêdetir bibe vedike.
Banga dawî ji bo rizgarkirina sivîlên Sûrî dest pê kir, û gerek desthilatên dost û bira berpirsiyariyên xwe hilgirin, piştî ko ji xelkê tev de re hate xuyakirin ko Rêkxistina Navdewletî di karê xwe de , û li ser zimanê berpirs û birêvebirên wê, bûye asteng li pêşiya pêkanîna aştî û ewlekariyê. Gerek desthilatên heval kar û bizavên lezgîn bikin da evê êrîşa tawankarî rawestînin û kesên mayî li Helebê û li Sûriyê hemî rizgar bikin.
Hevbendiya Niştimanî banga xwe ji miletên cîhanê re dişîne, û daxwazê ji desteyên sivîl û mafnasiyê û rêkxistinên civaka sivîl û çalakvanan li hemû cîhanê dike, da ji bo rizgarkirina sivîl û zarokan tevbigerin. Ku bûye nêzîk şeş salan ev dînîtî li dijî milet dibe, gerek piştgiriya daxwazên milet di aştî, azadî û dîmuqratiyê de bi hemû şêweyan bibe,
Rêzgirtin bo şehîdan,
Çareserî bo birîndaran,
Azadî bo Girtiyan,
bijî Sûriyê û bijî miletê wê serbilind.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Nivîsgeha Ragihandinê
23.09.2016