Şanda nûnertiya ENKSê ya Ewropa, roja çarşemê 24’ê gulana 2017, li baregehê wezareta derve ya Elmaniya, ligel berêz Adriyan Bolman berpirsê fayilê Sûrî di wezaretê de civiya, herwiha di heman rojê de şanda navhatî li avahiya balyozxaneya Hevbendiya Niştimanî ligel Dr. Besam Ebdulah balyozê Hevbendiya Niştimanî li Berlînê civiya.
Di herdu hevdîtinan de, rewşa giştî ya Sûriyê ya libin şer û wêrankariya li hemû navçeyên wê dibe û tevî kiryarên milîsên PYDê û siyasetên wê yên terorîstî di derheq miletê kurd û ENKSê de, ji kilîtkirina dergehên nivîsîngehên Encûmenê û kiryarên revandina serkirde û endamên wê ya berdewam, yên bûne diyardeyek rojane ku bi awayekî rêbazkirî tên kirin ji bo tirsandina gelê Kurd û têkşandina îradeya wî û îradeya Encûmena wî ya niştimanî hatin gengeşe kirin.
Ji aliyê xwe ve, wezareta derve ya Elmaniya piştgiriya xwe ya tekûz ji ENKSê û xebata gelê kurd re tekez kir, û herwiha tekez kir ku ew berdewam e di karê xwe yê bi rijdî ji bo serbestberdana berêz Neşet Zaza ji ber ku hilgirê regeznameya Elmaniya ye, û herwiha serbestberdana hevalên wî û serkirde û endamên Encûmenê, û berêz Bolman daxwaza berdewamiya têkiliyan ligel nûnertiya Encûmenê ya Ewropa kir ji bo piştgiriya hemû pêkhateyên gelê Sûriyê.
Li aliyek din û li hevdîtina ligel balyozxaneya Hevbendiyê, herdu alî rêkeftin li ser berdewamiya têkiliyan û hemahengiyê ji bo azadiya gelê Sûriyê, û herwiha tekezî hate kirin li ser giringiya yekîtiya opozisyonê li ser binyatê hevpariyek rasteqîn ji bo avakirina Sûriya paşerojê ya sercem pêkhate têde bi mafên xwe şad bibin, û dadwerî û azadî û yeksaniya komelayetî berqerar bibe, û herwiha karê hevbeş bête kirin ji bo şermezarkirina siyaseta terorîstî ya çekdarên PYDê ya li dijî serkirde û alîgirên ENKSê.
Hêjayê gotinê ye ku şanda nûnerayetiyê ji berêz Rêzan Şêxmûs serokê nûnertiyê, Kejal Derwêş berpirsê pêwendiyên diblomasî, û xanim Sefiya Emer endama ofîsa pêwendiyên nûnertiyê pêk hatibû.
Jêder: Beşê kurdî ji Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî