Artêşa Sûrî ya azad parin din ji taxa Elmenşiyê li parêzgeha Dera rizgar kirine, piştî şerên li dijî hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî yên tirorist kirine, û Hevbendiya Niştimanî dibîne berdana wan milîtanan ji Sûriyê pêşindeya hemû hêzan e.
Çalakvanan diyar kirin ko şoreşgeran doh êrîşek dane ser bargehên leşkerî yên ko gule û mûşek rojane ji wan derdikevin û davêjin herêmên rizgarkirî, destnîşan kirin ko ew bû sedema ku bi dehan sivîl tevlî zarokan şehîd ketine.
Endamê desteya siyas ya Hevbendiya niştimanî Yasir Elferhan got ku derkirina milîtanên biyanî ji Sûriyê ji pêşindeyên şoreşgeran e, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko piştgiriya miletê Sûrî bikin di tekoşîna wî de ji bo ji tiroristiyê û rêjîma diktator rizger bibin.
Elferhan di daxuyaniyekê de îro pêncşembê tekez kir ko Îran û Rûsya dewletin dagîrker in li Sûriyê, û berdewam kir û got : “heta rizgarkirina buhista dawî ji xaka me emê şer bikin”.
Çalakvanan bal kêşand ser ko avahiyên nû yên kontrol kirine navenda milîtanên mezhebperest yên ko Îran piştgiriya wan dike bû, û pasvanên şoreşger yên Îranî çavdêrên wê bûn.
Digel vê yekê jî firokên cengê yên bi ser rêjîmê ve bêtir ji 21 êrîşên asmanî dane ser taxên Dera Elbeled, her weha hilîkopteran 12 bermîlên teqîner berdane û bû sedema ketina bi dehên birîndaran û wêranbûna avahiyan.
Şoreşger ji şeş salan ve berxwdanê lidijî milîtanên tirorist li Sûrî dikin, û dibînin ko hêzên rêjîmê û milîtanên mezhebperest yên Îranî û hêzên asmanî yên Rûsî û milîtanên Partiya Yekîtiya Dîmuqratî, berpirsiyar in di ber kuştina bi sedhezarên Sûrîyan de, di dema bêçaretiya navdewletî de bo dîtina çareserkirineke siyasî tako derdê miletê Sûrî bidawî bikin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiya Niştimanî