Çalakvanan ji hindirê Kampa Elrikban ya li ser sînorê Urdun û Sûriyê hişyarî ji çêbûna bobelateke mirovî dan eger rewş çareser nebe, çimkî kîsê nan nayê peydakirin û nagihê hemû malbatan û buhayê kîsekî gihaye 500 lîreyên Sûrî.
Çalakvanan gotin ko rewşa penaberan li kampê kambaxtir dibe bi sedema pevçûnên li Badiyê, çimkî ji ber şer rêyên ji aliyê Sûriyê ve hatine girtin, û penaber yên ko hejmara wan digihêje 80hezarî çarenivîsa wan di metirsiyê de ye.
Omer Elbuneye berdevkê encûmena hozên Tedmur û Badiyê, got ku bi pêşveçûna Heşida Şe’bî û hêzên rêjîma Esed ber bi herêma wan ve, malbat ji bo çarenivîsa xwe û zarokên xwe di tirseke berdewam de ne. destnîşan kir ko kamp di herêmekê de ye ji hemû aliyan ve dorpêçkirî ye, û karînên gihandina alîkariyên mirovî ji ber pevçûnan asteng dibin.
Li gora gotina penaberekî “alîkarî pir kêm digihên kampê, zarok ji birçîbûn û nexweşiyan dimirin, çimkî navendên bijîşkî nîn in û nahêlin nexweş biçin Urdun” û birrîna ava vexwarinê ji heftiyekê ve rewşa penaberan kambaxtir kiriye.
Bi sedema nebûna xizmetên bingehîn li kampê bêtir ji 25 zarokan mirine, û çi navend û nexweşxane ji bo çareserkirina nexweşan nîn in, û gihandina alîkariyan bi tekûzî têkçûye û li gora berdevkê encûmena hozên Tedmur û Badiyê , di salekê de ji sê caran pêve nehatine.
Kampa Elrikban sala 2015ê hatiye damezirandin, piştî reva bi hezaran Sûrî ji ber tirsa ji hêzên Esed û ketine Urdunê ya ko ragihand ko ew nikare penaberan pêşwazî bike, û ew dervera sînorî ya navbera Sûriya û Urdunê bû kampeke nerewa.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Elşerq Elewset