Bi dehên ciwanên parêzgeha Reqê û Dêrazorê yên jiyê wan di navbera 18 û 30 salan de, bi armanca birina wan bo leşkeriya neçarî di nav rêzên milîsên “QSD”de, ji aliyê milîsên PYDê hatine destserkirin.
Rojnameya “Ineb Beledî” diyar kir ku armanc ji vê hilmetê ew e , meşqkirina leşkerî û tevlîkirina wan di nav rêzên milîsên “QSD” de, û tekez kir ku gelek ciwan di rojên bûrî de hatine desteserkirin.
Hêjayê gotinê ye ku leşkeriya neçarî ji aliyê milîsên PYDê her ji sala 2014 an hatiye ragihandin, û li gor wê yekê bi dehan ciwan hatine girtin, ji yên berovajî bîr û boçûnên wan yên siyasî.
Her ji ber wan hilmetên desteserkirinê û ji bo rawestandina leşkeriya neçarî, Encûmena Niştimanî ya kurdî gelek caran bangwazî dane civaka navdewletî bo xistina fişaran li ser milîsên PYDê bi rêka palpiştên wê, ji bo dest ji revandina zarokan û meşq û rahênankirina wan di serbazgehên leşkerî de berde.
ENKSê tekez kir ku ew bi tundî van kiryarên terorîstî red dike, û hevdem daxwaz ji civaka navdewletî û rêxistinên mafnas û dewletên zilhêz û xudan bandor kiriye, ji bo fişaran li PYDê bikin, da dest ji van kiryarên xwe yên li jêr behaneya dijberiya rêxistina DAIŞ dibin berde, ku bi rastî ev kiryar biarmanca nehêlana jiyana sivîl û siyasî dibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî