Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD çar girtiyên Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS îro Sêşemê 13 Sibat ê serbest berdan.
Endamên ENKS, Salih Cemîl û Alan Ehmed û Cinêd Seyd Mecîd û Deham Remedan, yên ku di zindana Elaya de bûn, îro hatin berdan.
Alan Selîm Ehmed peyamnêrê malpera Yekîtî Mediya ku ji berî sal û nîvek ve hatibû girtin ji malpera Hevbendiyê re diyar kir ku PYD ew weku dîlekî di zindanê de hiştibû, ji ber ku wî siza xwe ji şeş heyvan de bi dawî kiribû, û diyar kir kû ew di 15 heyva 8 ji sala 2016 di rêwresmên bixakspartina pakrewanê pêşmerge Hebîb Qedrî hatibû binçavkirin, û 63 rojan di zindaneke tekane de mabû. û Alan spasiya her kesê ku piştgirî û alîkariya wî û Malabata wî kir dema di zindznê de bû kir.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Sûrî