Tora Sûrî ya Mafê Mirovan eşkere kir ku rijêma Esed piştî kêmiyabarankirina bajarokê Xanşîxon li gundewarê Idlibê pênc êrîşên kêmiyayî yên din li Şamê û gundewarê wê pêkanîne.
Tora navhatî duhî roja yekşemê (13 tebax) di raportekê de got ku rijêma Esed û piştî bombebarankirina firokxaneya Elşi’îrat ya leşkerî ji aliyê Amerîka, hêjî berdewam e di bikaranîna çekên kêmiyayî de.
Herwiha ji aliyê Tora Sûrî ve pênc êrîşên kîmiyayî yên bi gazên jehrê hatine tomarkirin, ku bombeyên dest yên gazê, û tê pêşbînîkirin ku gaza kilorê be, di piraniya wan êrîşan de hatine bikaranîn, û ev êrîş li Cober û Zemelka û Ayin Terma her ji nîva heyva cehzeranê heta dawiya tîrmehê di raportê de hatine belgekirin.
Tora Sûrî ya mafê mirov berpirsyaretiya êrîşa li ser Xanşîxon ya li nîsana bûrî bi tevayî xistiye stûyê rijêma Esed û Rûsiya.
Hêjayê gotinê ye ku nêzîkî 207 êrîşan ji aliyê Tora Sûrî ya mafê mirov hatine belgekirin her ji adara 2011an heta dawiya tîrmeha bûrî, ku di wan de nêzîkî 1420 kesan ji sivîl û çekdaran hatine kuştin, tevî birîndarbûna nêzîkî 6672 kesên din.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat