Karla Dîl Bontî endama komîta lêkolînên navdewletî ya NY ya karubarê Sûriyê, carek din tekez kir ku belgeyên mikum hene ji bo tawanbarkirina serokê rijêmê Bişar Esed bi tawanên şer.
Bontî duhî roja yekşemê di daxuyaniyekê de got ku ji aliyê komîteyê “lêkolîn bi dirêjahiya şeş salan hatin pêkanîn, û niha pêwîst e nûnerê dozgeriyê karê me berdewam bike, û tawankarên şer bo dadgeha taybet pêşkêş bike, lê Rûsiya dibe asteng li pêşiya vê yekê bi sedema bikaranîna mafê redkirinê “vîto” di Encûmena Ewlehiyê de”.
Dîl Bontî bo rojnameya Siwêsrî Zontac Tisîtonc diyar kir ku belgeyên mikum hene li ser pêkanîna hêzên Esed ji tawanên şer re, û got: “ ev yek hêviyan sar dike ji ber ku karên amadekarî bi dawî hatine, tevî ku çi dozgerek yan dadgehek nîne ji bo dadgehkirina encamderên tawanên şer li Sûriyê”.
Hêjayê gotinê ye ku endama komîta navdewletî Karla Dîl Bontî gotibû ku wê deskêşana xwe ji karê komîteyê pêşkêş bike bi sedema lawaziya encûmena asayîşê di dûvçûna karê komîteyê bi rêka damezrandina dadgeheke taybet bo Sûriyê, û gunehkarên tawanên şer dadgeh bike.
Tê zanîn ku Dîl Bontî ji îlona sala 2012 ve hatibû destnîşankirin di komîta sêqolî ya lêkolînên navdewletî de ya taybet bi karubarên Sûriyê, û komît hatibû erkdarkirin bi tomarkirina çendîn êrîşên kêmiyayî yên ji aliyê rijêma Esed, tevî tomarkirina şêwazên dorpêçkirinê û bombebarankirina karwanên alîkariyên navdewletî.
Tê zanîn ku komîta lêkolînan a navdewletî ya taybet bi tawanên şer li Sûriyê li tebaxa 2011 an hatiye durustkirin û raportên binpêkirina mafê mirov ji aliyê wê têne belavkirin, lê piraniya caran guh li bangewaziyên wê yên derbarê rêzgirtina yasa navdewletî nayê kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat