Rêkxistina mafnasiyê diyar kir ko peymana kêmkirina şerî li bajarê Idlibê ya ko Rûsya berî salekê imze kiribû, bi sedan car hatiye binpêkirin û bi dehan komkujî çêbûne, û bêtir ji sedhezar kes ji nav wan jin û zarok şehîd ketine.
Toreya Sûrî ya mafên mirovan di raporteke xwe de ya derbarê cîbicîkirina peymanê, piştî derbasbûna salekê li ser imzekirina wê di civînên Astane de, tekez kir ko hêzên Rûsî û hêzên Esed bêtir ji 30 komkujiyan li herêmên corbicor li parêzgeha Idlib pêk anîne, û di encamê de dora 1109 sivîlan ji nav wan jî 255 zarok û 209 jin şehîd ketine
Toreya Sûriyê tekez kir ko êrîşên Rûsya û rêjîma Esed li ser 233 herêmên zindîdar û yên xizmetgozeriyê bûn, ji wan 50 dibistan, 34 nexweşxane û navendên tendiristî û 16 bazarên ko sivîl li wan kom dibin.
Toreyê di raporta xwe de diyar kir ko hêzên Rûsî û yên rêjîma Esed bikaranîna çekên qedexeya navdewletî ranewestandine, û toreyê got ku çekên kîmawî li bajarê Xan Şêxûn, li gundewarê Idlib bikar hatine, hem jî 19 caran bombeyên goşeyî, û yên sotinê 16 caran bikar anîne, û 700 bermîlên teqîner avêtine.
Toreyê Rûsya, Îran û rêjîma Esed bi pêkanîna tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovîniyê tawanbar kirin, û daxwaz kir ko dosya wan tawankariyan ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî bête şandin, da berpirsên wan bêne sizakirin, û sizayên navdewletî berfirehtir bibin, û Rûsya û rêjîma Îranî jî têkevin nav yên ko piştgiriya rêjîmê di bikaranîna çekên kîmawî de kirine.
Herêmên Idlib û gundewarê wê ketine ber êrîşên leşkerî ji aliyê Rûsya û rêjîmê ve , û rojane bajar û bajarok dikevin bin bombebarana firokên cengê û yên perwane û bi top û mûşekan têne amanckirin, û bûye sedem ku bi dehan sivîl şehîd ketine û çend komkujî û çend navendên tendiristî wêran bûne.
Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê got ku giring e parastina tekûz ji hêla netewên yekgirtî ve ji bo Idlib û gundewarê wê dabîn bibe, çimkî dora 3 milyon kes têde dijîn, piraniya wan koçberên kotekî ne.
Rêkxistinên mirovî daxwaz kirine ko alîkariyên mirovî bilez bigehên koçberên ko cih û war ji wan re nemaye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî