Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê berêz Ebdulrehman Mistefa, diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî dê di piroseya helbijartinên encûmenên xwecihî yên Minbicê de beşdar bibe, bi heman şêweyê yên li Afrînê.
Mistefa ev daxuyanî li ser sifreyeke fitarê li baregehê Hevbendiya Niştimanî li bajarê Stembolê ji bo komeke rojnamevanan da, û got ku “encûmenên xwecihî li Afrînê di bin çavdêriya Hevbendiyê de ne, û heman tişt wê li Minbicê bibe, û em li hêviya rêkeftina di navbera Tirkiya û Amerîka de ne”.
Û diyar kir ku ew derbarê rêvebirina van navçeyan têkiliyan ligel Tirkiyê dikin, û got: “ em geşbînin ku roleke Hevbendiyê ya mezin li van navçeyan hebe, û herwiha avakirina têkiliyên stratîjî ligel Turkiyê”.
Mistefa eşkere kir ku pilana Hevbendiya Niştimanî diçe ber bi “Arasteyekî siyasî yê ji bo piştgiriya pêvajoya siyasî, û bi hêzkirina têkiliyên Hevbendiyê ligel milet”.
Û bal kişand ser hewlên veguhestina baregehên Hevbendiyê li navçeyên rizgarkirî û avakirina nivîsîngehan li sercem bajar û bajarokan.
Û vê dawiyê Waşington û Enqera gihiştin “nexşe riyekê” derbarê Minbicê, ji bo derxistina milîsên PYDê û vegerandina aramî û seqamgeriyê û aktivkirina karê dezgehên xizmetgozariyê bo xelkê navçeyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat