Rêkxistineke hawarhatinê şehîdketina bi sedan sivîl di bombebarana hêzên Esed û Rûsya li herêmên bakurê Sûriyê belgeh kirine, û tekez kir ko operasiyonên leşkerî yên dijminane derheqê sivîlan de berdewam in.
Tîma Hevrêzkariya Bersivdanê li bakurê Sûriyê diyar kir ko ew operasiyonên hêzên Esed serpereştiya wan dikin ji 02ê sibata bûrî de; bûne sedema kuştina 244 sivîlan li parêzgeha Idlib û gundewarê Hema û Helebê, û hejmara qurbaniyan li Idlibê 195, li Hema 40, Helebê 7 û li Laziqiyê 2 ne.
Hefteya bûrî Tîmê mirina 45 sivîlan, 14 ji wan zarok in, tomar kiriye.
Derbarê operasiyonên derbideriyê, tîmê bal kişand ko 25776 malbat (160583 kes) bi sedema operasiyonên leşkerî derbider bûne, li 35 navçeyan li herêma navbera Mertala Ferat û Şaxa Zeytûnê heta bigehê herêmên bakur-rojavayê Sûriyê belav bûne.
Hevrêzkarên Bersivdanê hişyarî ji nêtên rêjîmê dan ko ew bi berdewamî herêmên niştecihan amanc dike, û ew guhertina dîmugrafî pêk tîne, û tîma hevrêzkar got ku berdewamkirina operasiyonên leşkerî ji hêla hêzên Esed ve nîşan in ku ew dixwazin pêlên derbideriyê li herêmê pir bikin, û guhertina dîmugrafî pêk bînin.
Tîmê bang li civaka navdewletî û netewên yekgirtî kir û got ku giring e bi erkê xwe rabin ji bo sivîlên Idlibê û herêmên derdora wê biparêzin.
Di operasiyonên xwe de yên li Idlibê hêzên rêjîmê çekên qedexeya navdewltî bikar tînin. Çalakvanên bajêr diyar kirin ko pêncşema bûrî bazareke bajarê Kefer Nibil li gundewarê Idlib yê bakur ket ber bombebarana bi bombeyên fosforî, di encamê de 14 sivîl tevlî jin û zarokan şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê di hevdîtinên xwe yên dawî de gurkirina şerê rêjîmê dijî bakurê Sûriyê gotûbêj kiriye, û dibîne ko ev gurkirin metirsîdar e, û hişyarî ji bandora wê li ser sivîlan û pirosesa siyasî da.
Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya mehane de derbarê binpêkirinên li welat çêdibin, tekez kir ko rêjîma Esed û hevalbendên wê di pêkanîna tawankariyên cengê de berdewam in, û wê kuştin û girtin û êşkencedana hovane ya bi sedên kesan belgeh kirine.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî