Birêveberiya Perwerde û Fêrkirinê li parêzgeha Idlibê doh înê dema girtina dibistanan li çend herêmên parêzgehê du rojan zêdetir kir ji bo parastina xwendevanan, çimkî bombebarana rêjîmê û firokên Rûsya berdewam e.
Birêveberiyê di daxuyaniyekê de, li ser dîwarê xwe yê Facebookê belav kiriye, anî ziman ku biryara rawestandinê hat dan, piştî şopandin û peywendiyên digel çavdêrên kombendên perwerdeyê û “temaşekirina li rewşa ewlekariyê”, û destnîşan kir ku heta roja yekşemb û duşemba dahatî dê dibistan girtî bimînin.
Birêveberiyê di daxuyaniya xwe de got ku berdewamkirina girtina dibistanan , kombendên herêma Erîha, Cisir Elşixûr, Me’eret Elnu’man, Kefer Nibul, Xan Şîxûn û parêzgeha Idlibê li xwe digire.
Û bajar û bajarokên parêzgeha Idlib ketine ber operasiyoneke bombebarana asmanî ji hêla firokên cengê yên Rûsya û çekên asmanî yên rêjîmê ji hefteyên buhirî de, û herêmên niştecihan amanc dikin, û bombebaranê heta nuha li gora berevaniya sivîl û çalakvanan bi dehan sivîl kuştine û birîndar kirine.
Berê jî encûmenên xwecihî yên Sermîn û Me’eret Mesrîn û Sermeda li bakurê Idlib dibistanên xwe girtibûn ji tirsa operasiyona bombebarana asmanî ya ko bajar û bajarokên parêzgehê amanc dike.
Operasiyona bombebaranê ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê li parêzgeha Idlib tê kirin, tevlî berdewamiya peymana agirbestê ya ko 30.12.2016ê hate ragihandin, ya ko dibêje ku divê bombebaran û operasiyonên leşkerî li herêmên di bin kontrola rêjîmê de û yên bi ser alayên leşkerî ve bên rawestandin, tenê herêmên di bin kontrola aniya Fetih Elşam û Rêkxistina Daişê, ne di nav agirbestê de ne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans