Wezareta derve ya Amerîka duhî ragihand ku waşinton siza li ser 30 kompanî û kesayetiyan ji 10 dewletên biyanî ku Çîn di serê lîstê de ye sepandin, bi gunehê alîkariya wan di pirogramên çekan yên Îran û Koriya Bakur de, herwiha hin kompaniyên din yên kirîn û firotin û xizmet dayîn rijêma Esed ketin di ber sizayan de.
Ku ev siza di roja sêşemê de hatin di çarçoveyekî yasayî de ji bo sînordarkirina belavbûna çekan yên tên firotin bo Îranê û Koriya Bakur û rijêma Esed.
Herwiha Amerîka, Îranê û rijêma Esed û Sûdanê, wek sê dewletên di lîsta reş ya wezerata derve ya Amerîka de dibîne, û wek dewletên piştgir û xwedîker ji terorê re.
Wezareta derve hişyarî da li ser çalakiyên van rijêman yên radibin bi peydakirina arîşte û nearamiyê û beşdar dibin di peydakirina nakokî û milmilaneyên herêmî de û dibin gef li ser ewlehî û seqamgeriya navçeyê û miletên têde.
Herwiha 19 kompanî û kesayetiyên din dikevin di nav lîsta sizayan de ku wezaretê hîç zaniyarî li ser wan nedaye, û ew jî tometbarkirina bi kirîn û firotin û pêşkêşkirina xizmet û teknolîjiyayên qedexekirî ji aliyê Waşinton ji bo rijêma Esed û Koriya Bakur û Îranê.
Herwiha ku Firinsa û Birêtaniya li demekî pêştir pirojebiryarek dan derbarê sepandina sizayên nû li ser desthilata Bişar bi gunehê “binpêkirina mafên mirov û encamdana tawanên şer û bikaranîna çekên kêmyayî”.
Û pirojebiryara Birêtaniya û Firinsa derket ji bo qedexekirina firotina hilîkopteran û amraz û alavên çaksazkirina wan bo Rijêmê, û tevlî sepandina sizayan li ser fermandarên leşkerî û karsazî û kompaniyên hevkar ligel rijêma Esed û kesayetiyên leşkerî di nav wan de hene, wek ceneral Mihemed Bilal – Omer Arminazî_ lîwa Xesan Ebas – Beyan Beytar.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Wekalat