Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, beyaniya sibe roja Yekşemê 28ê Nîsana 2024, li encûmena xwecihî ya bajarê Efrînê li gundewarê Helebê, dest bi civînên 71mîn xola xwe ya asayî dike.
Di civînan de wê raportên kar ên desteya giştî, desteya serokatiyê, desteya siyasî, dezgeh û girûpên kar bên nirxandin, ji bilî raporên li ser karê ofîsên Hevbendiya Niştimanî û nûneratiyên wê li hejmarek ji welatên dostên gelê Sûriyê.
Dê Desteya Giştî dawîn pêşhatên meydanî û rewşa siyasî ya dosyaya Sûriyê gotûbêj dike, û giringiyê bide rewşa penaberên Sûriyê û binpêkirinên ku rastî wan tên, bi taybetî li Libnanê.
Her wiha wê rewşa navçeyên rizgarkirî binirxîne, û li ser asta pêdawîstiyên wan raweste, ji ber amadekariyên lidarxistina kongirê Brûkselê yê heştemîn ji bo piştgiriya paşeroja Sûriya û navçeyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî