Daxwiyaniyeke rojnamevanî
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pîrozbahiyê dide hersê serkeftiyên pileyên sereke yekem, duyem û sêyem di “Maratona Aştî û Biharê” de, ya ku ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve li bajarê Efrînê li gundewarê Helebê (27.04.2024) hat lidarxistin, her weha spasiya tevaya kesên di Maratonê de beşdar bûn dike, çi ew kesên xwebexş bin an komîte û sponserên beşdarî di pêkanîna vê çalakiya balkêş a ku li deverên rizgarkirî hat lidarxistin de, ku ev çalakî bû mîna nameyekê ji tevaya cihanê re derbarê ku gelê Sûriyê bendewarên aştî û azadî û jiyanê ye.
Maratona Aşitî û Biharê ronahiya hêvî û berxwedanê ye li hember stemkarî û zordariya ku gelê me yê berxwedêr li hember rawestiyaye, yekitiya gelê me û îradeya wî ya ji bo avakirina paşerojeke baştir ji Sûriyê re ber bi jiyaneke ewle û asayî di bin sîbera dewleteke azad û demokratîk de ku jiyana mirovan diparêze û rûmeta wan bi edalet û wekheviyê diparêze nîşan da.
Hevbendiya Niştimanî spasiya hemû kesên ku di serkeftina vê çalakiya ciyawaz de bûn dike, û bi taybetî spasiya xelkê bajarê Efrînê dike ji bo mazûvaniya wan ji maratonê re û derbaskirina astengiyên li pêşiya serkeftina wê, û soza xebatê da ji bo gihiştina Sûriya demokratîk û aram a ku gelê me yê gewre şayistê wê ye nû dike.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî
Ofîsa Ragihandin û Peywendiyan
28 nîsan 2024