Duh, Şemiyê, li bajarê Efrînê, Maratona Aştî û Biharê ku bi dirûşma “Em ji bo azadiyê dibezin” bi dawî bû, ku yekemîn care çalakîyek bi vî rengî li deverên rizgarkirî li dar dikeve, têde 395 hevrikên ji hemû temenan beşdar bûn, û divabû ew ji Ma’aratayê dest pê bikin û bi dirêjiya 10 kîlometran bibezin.
Di pêşbirkê de serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê Hadî El-Behra û cîgirên serok Ebdulmecîd Berekat û Ebdulhekîm Beşar tevî komek endamên desteya siyasî û ya giştî beşdar bûn.
Her weha nûnerên hejmareke mezin ji çalakvaniyên şoreşgerî, sazî, komele û sendîkayên Sûrî di pêşbirkê de amade bûn.
Maraton bi sponseriya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, û serpereştiya Komîteya Olîmpiyata Niştimanî ya Sûrî, Komalên Ciwanên Sûriyê yên Şoreşger, Desteya Jinên Sûriyê, Berevaniya Sivîl a Sûriyê, û SûriyaTV wek sponserê medyayî hat lidarxistin.
Di maratonê de Qasim Suweyd Elêwî pileya yekem, Cemal Redwan Ehmed pileya duyem û Cemîl Cemalo pileya sêyem bi dest xistin.
Her wiha bezayê herî bitemen birêz Mihemed Keylanî yê 57 salî, û yê herî biçûk Heyder Qerqûz ê 15 salî jî hatin xelatkirin.
Meraton bi şahîyek mezin û beşdarbûneke berfireh ji curbicur beşên civala Sûriyê hate pêşwazîkirin, û tê de diyar bû ku xelk dixwazin werziş li deverên rizgarkirî geş bibe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî