Bi destpêka werzê çinînê li parêzgeha Hesekê rêveberiya PYD nerazîbûnek mezin di nava cotkaran de peyda kir.
Roja duşemê 19 heyva gulanê, rêveberiya PYD nirxê kirîna berhemên cotkara yê genim û ceh erzan ragihand, eger bête pîvan bi nirxê ku Wezareta Çandiniyê ya rêjîmê destnîşan kiriye re.
Rêveberiya PYD nirxê genim bi 150 L.S û ceh 100 L.S destnîşan kir, û berî wê Wezareta Çandiniyê ya rêjîmê nirxê genim bi 185 L.S û ceh 135 L.S destnîşan kiriye.
Li ser vê mijarê cotkar Mihemed Ebdî ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku bi vî şêweyî wê li seranserî parêzgehê berhemê cotkaran bi erzanî bê firotin, ji ber ku piraniya navendên wergirtinê di destê rêveberiya PYD de ne, û hejmarek hindik di destê rêjîmê de ne.
Ebdî diyar kir ku heye PYD astengiyan ji welatiyan re bi afirîne û nehêle ku cotkar berhmên xwe ji navendên rêjîmê re radest bikin, û wan neçar bikin ku bi nirxekî erzan bifroşe wan.
Tê zanîn ku sala bûrî navendên kirîna berhemên werzê çinînê ji herdû aliyan ve bi yek nirxî dikirîn.
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî