Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku di heftiya bûrî de bi dehan malbatên Efrînê ji hindir kampên PYDê li bakurî Helebê reviyan û çûn Efrînê û bajarê Helebê.
Zeyno diyar kir ku bi dehan malbatên Efrînê pere dane çekdarên PYDê da ku karibin ji kampan birevin.
Her wiha Zeyno bal kişand ku rewşa xelkên Efrînê pir xirab e û tekez kir ku tenê çekdarên PYDê sozên derew didin xelkê û nema bawerî bi wan tê.
Ji aliyekî din ve ,Zeyno got ku çekdarên PYDê di leşkerkirina ciwanên Efrînê de li Kampan berdewam e, û ji ber vê yekê jî rê nadin ku xelk ji kampan derkevin.
Çalakvan Elî Zeyno bal kişand ku xelkên Efrînê buhayê siyasetên PYDê yên şaş didin û “xelk perîşan bûne li hindir kampan”.
Ji hêla xwe ve rêxistinên mafên mirovan li Efrînê tekez dikin ku PYDê derdora kampên xwe li gundewarê Helebê bumbe kirine, da ku welatî venegerin ser mal û milkên xwe.
Tê zanîn ku bi hezaran malbat ji xelkên Efrînê di kampên PYDê yên li derdora bajarê Helebê dijîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî