Çalkalvan Ferhan Mihemed ji me re ragihand ku rewşa jiyanê li bajarê Kobanê di qonaxeke herî dijwar re derbas dibe, û rêveberiya bi ser Partiya Yekîtiya Demoqrat ve, tenê mijûlî ecindeyên xwe yên partitî ye, û tenê sozan dide bêyî ku tiştekî ji wan sozan pêk bîne, mîna soza avakirina bajêr, lewma baweriya tu kesî bi wan nayê û “rewşa xelkên bajêr gellekî dijwar e, derfetên kar pir hindik in û bi erzanî ye, ev jî dibe sedem ku welatî malên xwe bifroşin”.
Her wiha Mihemed tekez kir ku ger dergehê Murşid Pînar yê sînorî bi Tirkyê re vebe wê piranya milet koçber bibin.
Jêder: Hevbendî