Nûnerîtiya Ewropa ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê gefên ko ji hêla hevalên Partiya Karkerên Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Dîmuqrat, ku ev çend roj in li Hunermendê Kurd ê binav û deng Seîd Gabarî têne kirin pirotesto dike.
Nûnerîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ko ev pêngaveke metirsîdar e der barê Hunermend û Çalakvanên siyasî yên ko li meydana Ewropa ne ya ko bi amanca girtina hemû dengên azad û serkutkirina wan li derveyî welat jî.
Nûnerîtiyê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji desthilata Elmanî kir ko li himber evan gefan raweste û çalakvanên siyasî û hunermebdan ji metirsiyê li ser wan bi sedema helwesta wan biparêze
Tê zanîn ko ev êrîş li ser hunermend Seîd Gabarî bi sedema helwesta wî ya bi siyaseta Encûmena Niştimanî Kurdî re ye, ya ko hemû siyasetên zêdegavî di dermafê serkirdeyên Encûmenê û revandin û girtina wan û hemû siyasetên zordarî li dijî miletê Kurd red dike.
Jêder: Hevbendî