Ji aliyê çend saziyên civaka sivîl kampaniyeke mediyayê bi navê ” Pev re ji bo Xûta” ragihandin, ji bo berçavkirina derdeseriyên sivîlan û êrîşên leşkerî yên li ser navçeyên nişteciyan.
Nûnerê saziyan duhî roja pêncşemê li bajarê Xazî Entabê yê Tirkiyê, kongirek rojnamevanî ji bo pênasîna kampaniyê û armancê wê li dar xistin, û têde gotin ku kampaniya tê ji bo kişandina bala cîhanê ye li ser derdeseriyên nêzîkî 400 hezar sivîlên dorpêçkirî li Xûta rojhilat, û bal kişandin ku ew sivîl di rewşeke mirovî ya dijwar de ne, hevdem ligel bêpariya ji sadetirîn mafên bidestxistina derman û xwarinê dijîn.
Êrîşên leşkerî ji aliyê hêzên Rijêmê û milîsên Îranê û bi piştgiriya firokên Îranê hêjî berdewam in, û tenê di heyvekê de bûne sedema ketina bi sedên şehîdan, û rewşa mirovî bi awayekî metirsîdar têkçûye, hevdem ligel bêkêriya civaka navdewletî derberê pêşkêşkirina alîkariyên mirovî.
Herwiha ku NY bi têkşikestina xwe mukur hatiye di mesela rawestandina êrîşên leşkerî dijî sivîlan û “Stéphane Dujarric” berdevkê sikirtêrê giştî yê NY gotibû ku “wê dîrok têkşikestina me di pêkanîna agirbestekê li Sûriyê tomar bike, û wê ji bo wê yekê gazind û digiraniya xwe ji berpirsyaran diyar bike”.
Li aliyekê din, xwepêşandanek li bajarokê Misraba li Xûta rojhilat bi beşdariya cîgirê hikûmeta demkî û serokê encûmena parêzgeha gundewarê Şamê û berpirsên xwecihî hatibû lidarxistin, û têde tablo û diroşim hatin bilindkirin wek: “Esed rûyê din yê DAIŞ e” û “terora Esed rawestînin”, “kanî wijdanê cîhanê? Mirovîniya we kanî?”.
Û ji aliyê çalakvanan ve hatibû tekezkirin ku bi sedema oparesyonên leşkerî yên hêzên Rijêmê û Rûsiya zêdetir ji 500 sivîlî hatine kuştin û zêdetir ji hezarî birîndar bûne, û heftiya borî bi xwîndartirîn heftî li Xûta rojhilat her ji sala 2015’an hatibû binavkirin, û ligor hin amarên nefermî ku zêdetir ji 250 sivîlî di kêmî heftiyekê de li Xûta rojhilat bi tenê şehîd ketine.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî