Siwêd û Kiwêt çapeke rastkirî ji pirojebiryara agirbesteke 30 rojî li Sûriyê li ser endamên konseya ewlekariyê belav kir.
Ev yek hevdem tê ligel zêdegaviyên leşkerî yên rijêma Esed û hevalbendên wê dijî hin navçeyên Sûriyê, û ev oparesyon ji aliyê NY bi xirabtirîn dem li welat her ji çend salan ve hat binavkirin.
Dîplomatan got ku armanc ji vê reşnivîsa nû bidestxistina erêkirina Misko ye, û çavrê ye ku dengdan li heftiya bê li ser pirojebiryarê li konseya ewlekariyê bibe.
Di pirojebiryara rastkirî de hatiye ku wê agirbestek yekser piştî 72 demjimêran ji erêkirina konseya ewlekariyê destpê bike, û herwiha wê piştî 48 demjimêran ji piştî destpêkirina agirbestê wê dest bi pêşkêşkirina alîkariyên mirovî yên bilez ji xwarin û dermanan bibe.
Ku daxwaza standina agirbesteke bilez li şeşê heyva reşemehê ji aliyê nûnerên ajansên NY yên li Sûriyê hatibû kirin, ji bo pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û çareserkirina nesax û birîndaran.
Li aliyek din ku konseya ewlekariyê ji berî du rojan bi sedema dijberiya Rûsî di standina agirbestekê ser neketibû, û sikirtêrê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Mihemed Yihiya Mektebî dîtibû ku serederiya karbidestên navnetewî ligel doseya Sûrî û qurbaniyan negehê astê berpirsyaretî û erkê li ser milê NY û saziyên wê li hember parastina sivîlan di demên şer û kirîzan de.
Û serokê desteya danustandinên Sûriyê Nesir Elherîrî di hevdînekê de ligel wezîrê derve yê Amerîka cext kiribû li ser giringiya standina helwesteke navdewletî ya jidil li hember bikaranîna çekên kêmyayî bi awayekî berdewam ji aliyê rijêma Esed û li ser giringiya danîna sînorekî ji destdanîna Îranê li ser Sûriyê re.
Hêjayê gotinê ye ku her hêzên Rijêmê bombebarankirina xwe her ji heyva çileyê pêşî de sala borî û heta çend rojên borî li ser bajar û bajarokên Xûta rojhilat zêde kirine, û bûne sedema kuştin û birîndaranbûna bi sedên kesan.
Hevdem ku bergiriya sivîl li Xûta rojhilat kuştina 234 sivîlan ji wan 66 zarok û 42 jin li Xûta rojhilat di navbera 1 -8’ê reşmeha niha û tevlî birîndarbûna 581 sivîlên din ji wan 184 zarok û 120 jin tekez kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî