Firokên rêjîma Esed û Rûsya tawankariyeke cengê li gundewarê Idlib û Hemayê pêk anîne, çend bajar û bajarokên sivîlan bombebaran kirin, di encamê de pênc kes şehîd ketine û bi dehan sivîl birîndar bûne.
Çalakvanên herêmê gotine ko sê kes ji nav wan jinek vê sibeha şembiyê hatine kuştin, bi sedema bombebarana asmanî ya Rûsî li derdora gundê Abdîn li gundewarê Idlibê, her weha êrîşên li ser Xan Şêxûn , û di encamê de navenda berevaniya sivîl wêran bû û ji kar derket.
Her weha gundên Kefer Eyn, Til As û Elhebît li gundewarê başûr yê Idlibê duhî înê ketin ber êrîşên firokên cengê yên Rûsî, di encamê de kesk şehîd ket û hin sivîl birîndar bûne.
Êrîşên firokên cengê gihan bajarê Elletamine û Kefer Zêta û gundên Elzekat, Hesraya, Ebû Reîde û Elseyad li gundewarê bakur yê Hemayê, her weha bajarê Qelet elmedîq û bajarokê Elziyare li gundewarê rojava ketin ber topbaranê, di encamê de kesek şehîd ket û hinên din birîndar bûne.
Bajarokê Cezraya li gundewarê Helebê yê başûr, bombebarana xurt ya hêzên Esed li ser bajarok hişt ko sivîl ji malên xwe derbider bibin, û hin sivîl birîndar bûne.
Parêzgeha Idlib ji demekê ve ketiye ber gefên rêjîmê û hevalbendên wê ko dê operasiyoneke leşkerî lidijî wê bikar bîne, di heman çaxî de bi dehan dewletên rojava û yên herêmî hişyariyê didin bo êrîşa li ser Idlib, Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê ji civaka navdewletî daxwaz kir ku mijara Idlib jidil bigirin û nehêlin tawankarî derheqê sivîlan de çêbibin û bi tekûzî bi peymana kêmkirina şerî pabend bin.
Hevbendiya niştimanî hişyarî da ji sersariya aliyên navdewletî yên kartêker bi taybetî bo parastina sivîlan û saxlemiya wan dabîn bibe.
Jêder: Nivîsgeha ragehandinê ya Hevbebendiya niştimanî