Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa digel şandyarê taybet yê frensî bo Sûriyê Firensiwa Sînîmo civiya, û digel wî bombebarana tund ya ko hêzên rêjîmê û firokên Rûsî li dijî sivîlên Idlib bikar tînin gotûbêj kir, hem jî dosya siyasî û di serî de vegera li danûstandinên Cinêvê li jêr çavdêriya Netewên Yekgirtî.
Mistefa tekez kir ko Rûsya bi bombebarana xwe sivîl, nexweşxane û bargehên zindîdar amanc dike, û herêmên li jêr kontrola Daiş û rêkxistina Elqaîde piştguh dike. Mistefa dibîne ko ji destpêkê de ev istiratîcî hatiye şopandin bi amanca ku tiroristiyê xurt bikin û şoreşa Sûriyê têk bidin.
Û got: ‘’ Idlibek din nîn e ko Sûrî xwe lê bigirin‘’ , û bal kişand ser operasiyonên leşkerî yên Rûsya û Rêjîmê ên berê bi milyonan sivîl ji Helebê, Xûta, Dareya, Qelemon û Der’a bi behaneya hebûna rêkxistinên tiroristî koçber kirine. Û bêtir got: Rûs dîsa heman behaneyê dibêjin, lê rewşa Idlib ji ya herêmên din cuda ye, bi taybetî ku bêtir ji sê milyon mirov lê hene.
Û destnîşan kir ko em yên pêşî ne ko me derdê tiroristiyê dîtiye, û berdewam kir û got: ‘’lê ev tişt gerek nebe behane bo kuştina niştecihan û guhertina dîmugrafî’’, û got ku ew bi hêvî ye Frensa pêrabûnên parastina sivîlên Idlib bike, û nehêle çi operasiyonên leşkerî lidijî sivîlan pêk werin.
Berdewam kir û got: ‘’Em wekû Hevbendî gefên Rêjîmê, Rûsya û Îranê jidil dibînin, metirsî heye, û îro bombebaran heye, û bobelateke kesnedî dê çêbibe eger berdewam bibe. ‘’
Derbarê pirosêsa siyasî û dosya danûstandinan, got ku giring e ew pirosês tekûz be, ne tenê pirosêsa destûrê be. û dibîne ko ew rêka Mosko hizir dike ji bo rêjîmê bide pêş û nehêle veguhastina siyasî çêbibe, wek ko di daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254 hatiye.
Bêtir got: Em bi çareseriya siyasî pabend in, ji Cinêv1 de ta biryara 2254, lê rêjîmê bi piştgiriya Rûsya û Îranê çareseriya leşkerî hilbijart, ko hêj ew bicih tînin li gora planên wan ên ji bo xaka Sûriyê bi tekûzî kontrol bikin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî di hevdîtinê de got: Em dizanim çi çareserî jibil lihevkirina siyasî li jêr çavdêriya Netewên Yekgirtî nîn e, û dibîne ko vegera penaberan parek ji pêvajoya çareseriya siyasî ye.
Destnîşan kir ko ji aliyê din hêj rêjîmê girtî bernedane, û raport tekez dikin ko girtinên nû derheqê sivîlan de hene, bêtir got ku dema dawî lîsteyên navan derketin û navên girtiyên di zindanên rêjîmê de navê lîsteyên mirinê li wan bûye, û bi hezaran navên kesên ko bi êşkenceyê mirine di wan de bûn.
Firensiwa Sînîmo tekez kir ko Firensa mercên guncaw li Sûriyê bo zemîneke bêlayen û serbixwe nabîne. Helwesta welatê xwe dubare kir û got ko ew beşdariyê di jinû-avakirinê û vegera penaberan de nakin; eger pirosêsa siyasî bipêş ve neçe, û destnîşan kir ko wan Rûsya û dewletên endam li yekîtiya Ewropî bo vê yekê agehdar kirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbenpiya Niştimanî ya Sûrî