Thursday, 07 December 2017 16:36

Tenduristiya Cîhanî: 500 Nexweş li Xûta bi Hewceyî Derxistinê ne û Rejîma Esed Bersivê Nade

Rêxistina Tenduristiya Cîhanî, Doh êvarî ROJA Çarşemê, hişyarî da drebarê ku derdora 500 nexweş li Xûta Rojhilat  ya dorpêçkirî hene bi hewceyê derxistinê ne, û hêzên Beşar Esed nahêle ew nexweş derkevin.

Nûnera Rêxistinê li Sûriyê Elizabeth Hoff  diyar kir ku rêjeya nebaşbûna xwarinê li devera dorpêçkirî gihiştiye asteke bilind û ev rêje ya herî bilind e ji destpêka Şoreşa Sûriyê ji sala 2011an ve.

Hoff amaje bi wê yekê kir ku vekolîn derbarê nebaşbûna xwarinê  li Xûta Rojhilat di nîva yekem ji meha Çirya Paşîn de hatiye pêkanîn, û têde zanyarî li ser 300 zarokên ku temenê wan di navbera 6 meh heta 5 salan de ye hatine komkirin.

Herwiha Navenda Xûta ya ragihandinê li ser Facebookê  da zanîn ku 559 kes li Xûta dorpêçkirî hene ku tûşî nexweşiya penceşêrê bûne..

Tê zanîn ku rêxistina Tenduristiya Cîhanî hişyarî dabû di meha derbasbûyî de  ji zêdebûna belavbûna nexweşiyan di nava sivîlan de li Xûta Rojhilat li Gundewarê Şamê, bi sedema kêmbûna dermanan û nebaşbûna xizmetguzariyên tenduristî  ji encama dorpêça ferzkirî li ser deverê û bilindbûna asta şer û tundûtûjiyê, û amadebûna xwe jî derbarê gihandina pêdawistiyên tenduristî anî ziman heger rejîma Esed bihêle.

Berya niha jî  Neteweyên Yekbûyî  daxwaz ji hêzên navdewletî kir ku  alîkariya kesên dorpêçkirî bike û wan derbixe, û hişyarî da ku Xûta Rojhilat  bûye karîsteke mirovî, û Jan Egeland  şanderê navdewletî amaje bi wê yekê kir ku 9 nexweş di heftiyên derbasbûyî de di dema ku li hêviya derketinê bûn mirine.

Devera Xûta rastî dorpêçeke tund tê ji aliyê hêzên rejîma Esed ve ji berî 4 salan ve, û li wê deverê rewşa mirovî têk çûye ji ber nebûna madeyên xwarin û tenduristiyê, herwiha topbarana berdewam  ji aliyê rejîmê ve û tevî ku ew di çarçoveya civîna Astanayê di Îlona derbasbûyî de wek deverek  ji deverên kêmkirina şer hatibû destnîşankirin.

Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî+Hin ajans

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Tenduristiya Cîhanî: 500 Nexweş li Xûta bi Hewceyî Derxistinê ne û Rejîma Esed Bersivê Nade