Rêxistina Tenduristiya Cîhanî, Doh êvarî ROJA Çarşemê, hişyarî da drebarê ku derdora 500 nexweş li Xûta Rojhilat ya dorpêçkirî hene bi hewceyê derxistinê ne, û hêzên Beşar Esed nahêle ew nexweş derkevin.
Nûnera Rêxistinê li Sûriyê Elizabeth Hoff diyar kir ku rêjeya nebaşbûna xwarinê li devera dorpêçkirî gihiştiye asteke bilind û ev rêje ya herî bilind e ji destpêka Şoreşa Sûriyê ji sala 2011an ve.
Hoff amaje bi wê yekê kir ku vekolîn derbarê nebaşbûna xwarinê li Xûta Rojhilat di nîva yekem ji meha Çirya Paşîn de hatiye pêkanîn, û têde zanyarî li ser 300 zarokên ku temenê wan di navbera 6 meh heta 5 salan de ye hatine komkirin.
Herwiha Navenda Xûta ya ragihandinê li ser Facebookê da zanîn ku 559 kes li Xûta dorpêçkirî hene ku tûşî nexweşiya penceşêrê bûne..
Tê zanîn ku rêxistina Tenduristiya Cîhanî hişyarî dabû di meha derbasbûyî de ji zêdebûna belavbûna nexweşiyan di nava sivîlan de li Xûta Rojhilat li Gundewarê Şamê, bi sedema kêmbûna dermanan û nebaşbûna xizmetguzariyên tenduristî ji encama dorpêça ferzkirî li ser deverê û bilindbûna asta şer û tundûtûjiyê, û amadebûna xwe jî derbarê gihandina pêdawistiyên tenduristî anî ziman heger rejîma Esed bihêle.
Berya niha jî Neteweyên Yekbûyî daxwaz ji hêzên navdewletî kir ku alîkariya kesên dorpêçkirî bike û wan derbixe, û hişyarî da ku Xûta Rojhilat bûye karîsteke mirovî, û Jan Egeland şanderê navdewletî amaje bi wê yekê kir ku 9 nexweş di heftiyên derbasbûyî de di dema ku li hêviya derketinê bûn mirine.
Devera Xûta rastî dorpêçeke tund tê ji aliyê hêzên rejîma Esed ve ji berî 4 salan ve, û li wê deverê rewşa mirovî têk çûye ji ber nebûna madeyên xwarin û tenduristiyê, herwiha topbarana berdewam ji aliyê rejîmê ve û tevî ku ew di çarçoveya civîna Astanayê di Îlona derbasbûyî de wek deverek ji deverên kêmkirina şer hatibû destnîşankirin.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî+Hin ajans