Rêkxistineke mafnasiyê tekez kir ko rêjîma Esed berpirsiyara hejmara herî mezin a qurbaniyên Sûriyê ye, û diyar kir ko hejmara kuştiyên sivîl ên bi sedtê hêzên Esed hatine kuştin; bi deh qatan ji yên bi destê rêkxistina Daiş û Elqaîde yên rirorist bêtir e.
Di raporteke nû de ya li ser qurbaniyên sivîlên Sûriyê, toreya Sûrî ya mafên mirovan diyar kir ko hejmara qurbaniyên Sûriyê ji adara 2011 heta eylûla bûrî gihaye 222114 kesan, û tekez kir ko bêtir ji 89% ji qurbaniyên sivîl bi destê hêzên rêjîmê hatine kuştin, aliyin din texmîn dikin ko hejmara qurbaniyan bêtir ji nîvmilyonî ye, lê veşartina agahiyên ragehandinê ji aliyê rêjîmê de derbarê operasiyonên leşkerî û yên ewlehiyê û nehêlana wan ji derbasbûna dezgehên ragehandinê re, nehişt ko aşkere bibe.
Di raportê de hatiye ko rêjîma Esed 198152 sivîl ji nav wan 22363 zarok in kuştine, hêzên Rûsî jî 6239 sivîl ji nav wan 1804 zarok in kuştine.
Raportê anî ziman ko rêkxistinên tundrew û di serî de rêkxistina Daiş û desteya Tehrîr Elşam, 5312 sivîl kuştine, 887 ji wan zarok in , û aliyin din 4112 sivîl kuştine, 974 ji nav wan zarok in.
Toreyê diyar kir ko hêzên hevpeymana navdewletî 2830 sivîl, 859 ji wan zarok in kuştine, milîtanên PYD jî nekêmî 2830 sivîl, 159 ji wan zarok in kuştine, aliyên corbicor di bûyerine têvel de wek xendikandin û teqînan, ku 4461 sivîl ku 943 ji nav wan zarok in kuştine.
Ji aliyê xwe jî Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê destnîşan kir ko hatina hêzên rêjîma Esed di serê lîsteya aliyên hejmarên pir bi destên wan hatine kuştin, tekez dike ko rêjîmê tawankariyên cengê yên berfireh derheqê sivîlan kirine, û daxwaz ji civaka navdewletî kir ko hemû berpirsiyarên tawankariyên cengê pêk anîne siza bike, û wan ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî de bibe .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê