Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mistefa tekez kir ko destpêkirina alayên artêşa azad bi cîbicîkirina peymana Idlibê, nîşana hestê berpirsiyariya bilind e li rex alayên şoreşê û bizava wan ji bo parastina sivîlan ji dijminkariya Rûsiya û Îranê.
Mistefa di daxxuyaniyeke taybet de îro duşembê got ku cîbicîkirina peymanê ‘’dê bihêle herêm ewletir be, û hemû operasiyonên bombebaranê yên ko berê rêjîmê berdewam pêk tanîn rawestin, û hemû hewildanên wê yên kontrolkirina Idlibê têk çûn.‘’
Û got ku wê rêjîm nikaribe derbas bibe devera bêçek, ji ber hebûna xalên çavdêriya Tirkî û amadebûna alayên artêşa azad.
Bêtir got ku di rojên dahatî de dê herêm bibe xwedan birêveberiyeke sivîl û xizmetkarî bêtir bibe û diyardeya çekan dê kêmtir bibe, got: ‘’ em bi aliyê Tirkî re kar dikin bo danîna planekê bo bihêzkirina birêveberiya sivîl û kartêkirina karê dezgehên xizmetguzariyê yên ko rêjîmê di salên bûrî de ew wêran kirine.‘’
Destnîşan kir ko cîbicîkirina peymanê dê helwesta şoreşê di pirosêsa siyasî de bihêztir bike, û got ku giring e ew biwar rê li ber aktîvkirina pirosêsa siyasî veke û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên taybet bo karûbarê Sûrî û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî got rêjîm û hevalbendên wê pirosêsa siyasî asteng dikin, û li himber karê komîta destûrî radiwestin, û daxwaz ji Netewên yekgirtî kir ko helwesteke wêrek bistîne bo neçarkirina rêjîmê li ser pirosêsa siyasî li jêr çavdêriya wê.
Jêder: Ofêsa ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî