Monday, 09 January 2017 16:16

Toreyeke Mafnasiyê: Rêjîmê Û Hevalbendên Xwe Di Sala 2016an De Bêtir Ji 1300 Carî Êrîşî Navendên Xizmetguzariyê Kirine

Toreya Sûrî ya Mafên Mirovan di raporta xwe ya dembidem de ya taybet bi belgehkirina bûyerên zêdegaviyên dijî navendên zindîdar yên sivîl, û ew êrîş bûne sedem ku jêrxaneya Sûriyê wêran bibe. Û Rapoerta Toreyê anî ziman ko nekêmî 1373 êrîşan dijî baregehên zindîdar di sala 2016an de çêbûne.   

Ev zêdegavî, li gora belgehkirina Toreyê, bi destê van aliyan hatine encamdan: 761 bûyer bi destê hêzên Rêjîmê, û 437 bi destê hêzên Rûsî, û 31 bûyer bi destê Daişê, û 55 bi destê alayên Tundrew, û 43 bûyer bi destê hêzên Hevpeymana Navdewêetî, û 42 bi destê aliyin din, û 3 bûyer bi destê Milîtanên PYD û bûyerek bi destê Aniya Fetih Elşam.

Di derbarê navendên zindîdar yên ko zêdegavî di heman salê de li ser wan hatine kirin wisa tên dabeşkirin: 421 jêrxane, û 271 navendên zindîdar yên perwerdeyê, 224 navendên zindîdar yên olî, 277 navendên zindîdar yên bijîşkî, 109 çargoşeyên niştacihan, 17 ji navendên zindîdar yên çandê, 23 sîmbolên mirovî yên taybet, û 31 kampên Penaberan bûn.

Berê jî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, ev operasiyonên rêbazkirî pirotesto kirine, û tekez kiriye ko ev êrîşên herdemî li ser cihên zindîdar û baregehên sivîl, û bizava ji bo wêrankirina jêrxana welat ji hêla hêzên rêjîmê û milîtanên wê, ji aliyekî ve hewil didin ko operasiyona siyasî têk bibin, û ji aliyê din dixwazin niştecihan koçber bikin û guherîneke dîmugrafî çêbikin.

Li gora raportê Yasaya Navdewletî ya Mirovî dibîne ko êrîşên bêserûber an yên bi mebest dibin, êrîş in nerewa ne, û zêdegaviyên bi mebest û rêbazkirî yên hêzên Esed dijî  dibistan û nexweşxane û kilîse û firneyan, binpêkirineke aşkere ye ji kêmtirîn pîvanên yasaya navdewletî û biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî re.

Raportê ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî daxwaz kir ko Esed neçar bike ji bo pabendiyê bi biryara 2139an bike, û daxwaz kir ku rêjîmê û hevalbendên wê pirotesto bike, der barê amanckirina navendên zindîdar yên ko bêyî wan jiyana sivîlan nabe . û Raportê got ku giring e çekdarkirina Rêjîma Esed bi tekûzî  qedexe bibe, çimkî ew zêdegaviyên mezin û dubarekirî ji yasaya navdewletî re û biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî re dike. Û Raportê ji hemû aliyan daxwaz kir ko bi Yasaya Navdewletî ya Mirovî pabend bin. 

Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Acans

 

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Toreyeke Mafnasiyê: Rêjîmê Û Hevalbendên Xwe Di Sala 2016an De Bêtir Ji 1300 Carî Êrîşî Navendên Xizmetguzariyê Kirine