Hêzên Rijêmê û milîsên Îranê di binpêkirina agirbesta di 30 heyva çilê pêşî de hatî ragihandin berdewam in, tevî hemû bangên navdewletî yên ji bo pabendiya bi agirbestê.
Û Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê, duhî bi rêka torên xwecihî û çalakvanên li ser qadê 27 binpêkirin tomar kirine,û ew binpêkirin bûne sedema şehîdbûna 19 kesan li pênc parêzgehan, ku piraniya wan li navçeya Wadî Bereda li gundewarê Şamê ne.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de cext li ser giringiya cêbicêkirina rawestandina kiryarên leşkerî û dijminkarî bi awayekî giştgîr û yekcarî kir, û di daxuyaniya xwe roja pêncşemê ya derbarê agirbestê de, Hevbendiyê berdewamiya rijêma Esed û Îranê û milîsên terorîst yên wê di encamdana binpêkirinan û tawanên ceng şermazar kir, û nemaze yên li Wadî Bereda dibin, û daxwaza rawestandina êrîşan û şermezarkirina binpêkirinan û dadgehkirina encamderên wan ji encûmena asayîşê û aliyên gerantîker yên agirbestê kir.
Hevbendiyê encûmena asayîşê han da li ser standina biryarekê bo derxistina bilez ji sercem milîsên biyanî re ji Sûriyê, û neçarkirina hemû aliyan ji bo rawestin ji bo piştgiriyê û peydakirina perdeyên siyasî û yasayî ji milîsan re.
Û gund û bajarokên Wadî Bereda her ji 18 rojan ve, rastî êrîşên leşkerî yên dijwar dibim, û çalakvanan ragihandin ku nexweşî li navçeyê balav bûne ji ber qerebalxiya mezin di nav xelkên koçber dibin ji gundên wêrankirî bo gundên din, nemaze ku di hindurê mizgeftan de û xaniyên gelek mirov têde dijîn, tevî nebûna ava vexwarinê.
Berdevkê sikirtêrê giştî yê NY Stîvan Docarîk diyar kir ku hin raport gihiştine NY li ser koçbarkirina nêzîkî heft hezar kesî ji Wadî Bereda her ji 22 çilê pêşîn ve.
Jêder: Nvîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê