Encûmena xwecihî ya bajarê “Kefer Zêta” li gundewarê Bakurê Hemayê, dît ku rejîm û Rûsya dixwazin xelkê herêmê koçber bikin, û navudengê rêxistina bergiriya sivîl bişêwênin bi rêya senaryoyeke bikaranîna çekên kîmyayî.
Xwecihiyê duhî li roja yekşemê di daxuyaniyekê de daxuyaniyên rijêmê û Rûsya derew derxistin, û bal kişsnd li ser hewldana înkarkirina bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê rijêmê ve û got :” Destê rijêma Esed di gelek tawanan de heye, piştî bikaranîna çekên kîmyayî li dijî sivîlên Sûriyê li deverên cûda yên welat.”
Daxuyaniyê diyar kir ku “Rijêm îro gotarin sexte di media xwe û ya Rûsî de belav dike, jê tê nasîn ku niyazek rejîma Esad heye ji bo bombebarankirina bajarê Kefer Zêta an jî yek ji deverên derdora wê bi gazên kîmyayî.”
Encûmena xwecihî piştrast kir ku daxuyaniyên rejîmê û Rûsya tên bi armanca tirsandin û koçberkirina xelkê û şêwandina navudengê rêxistina “Kumsipiyan” di dema ku ew rêxistin jiyana bi hezaran kesên sivîl rizgar dike.
Rêveberê Rêxistina bergiriya sivîl Raed El-Salih ji berî niha bal kişandibû ku “Rûsî êrîşî me dikin ji ber ku me belgeyên mukum hene li ser berpirsiyariya rejîma Esed di ber kîmyabaran Dûma li Xûta Rojhilat, û ew hewl didin ku baweriya bi me jinav bibin, û nirxê belgeyên di destê me de yên me bi rêya tîmên xwe yên li ser erdê anîne kêm bikin”.
Encûmenê bang li aliyên mirovî û yên navnetewî û Konseya Ewlekariya NY û Mafên Mirovan kir, ji bo rê li pêşiya rejîma Esed bigirin , da nikaribe çekên kîmyayî û çekên klasîk li dijî gelê Sûriyê bikar bîne, û wî ji bo tawan û komkujiyên li dijî wan siza bikin.
Herwiha ji aliyê çend rêxistinên sivîl li bajarê Cisr El-Sixûr li Idlib, îdîayên Russian hatin redkirin, û tekez kirin ku ev tên di çarçoveya hewildanên Moskowê de yên ji bo afirandina bihaneyan ji bo pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî gelê herêmê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî