Milîsên “PYD“ ava pîs daye çend taxên Reqayê, û ev yek bû sedema jehrîketina bi sedên sivîlên wî bajarî, û çalakvaninan ew yek eşkere kir, ku PYDê dixwaze vê veşêre û dibêje ku ew welatî di rêya xwarina dem biserçûyî re jehrî ketine.
Li gor hin çalakvanên Reqayê, PYDê hiştiye ku kadirên pijişkî sedema rasteqîne nebêjin, lê hin pijîşk û kadiran li navenda “El-Meşlib” sedema rasteqîne ya jehrîketinê gotine, û milîsên navborî ew ji karên wan dûr xistine.
Hin medyayê xwecihî amaje bi wê yekê kirine ku piraniya nexweşan ji taxên “El- Sekne”,”El-Meşlib” û “Al Rimêla”,û li ser wan diyar bû ku ew jehrî ne, ji ber ku vedirşiyan û navçûyî dibûn û riwê wan jî zer dibû.
Wan medyayan lê zêde kir ku milîsên PYDê binemayên tenduristî li ber çav hiştine û nagire û evyek dihêle metirsî li ser jiyana xelkê çê bibe, û tekez kir ku guh li wan binemayan nake û ev ne cara yekemîne ku şaştiyên wisa rû didin.
Ev yek di demekê ye ku rewşa ewlekariyê li bajêr gelekî xerab e, bi sedema kiryarên milîsên PYD derheqê welatiyan, û vê yekê hişt ku bi sedan welatî derkevin xwepêşandanan û van kiryaran şermezar bikin, û her bi sedema vê yekê rêxistinên mirovî kar û çalakiyên xwe li bajêr jî kêm kirine.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê