Bi sedan penaber li bajarê Babê li gundewarê bakurê Helebê rabûn bi xwepêşandanekê ji bo derxistina hêzên rijêmê ji bajarokê Tadif da bikaribin vegerin cih û warê xwe.
Xwepêşandan duhî roja înê li kolanên Babê bi beşdariya nêzîkî 700 xwepêşanderê hat lidarxistin, ku piraniya wan ji koçberên bajarê Tadif bûn, û têde daxwaza derxistina hêzên rijêmê ji bajarokên xwe ji artêşa azad û Tirkiyê kirin.
Û têde xwepêşanderan dirûşim bilind kiribûn bi piştgiriya êrîşên “çiqlê zeytûnê” ya ji aliyê artêşa azad û tirkiyê li dijî hêzên “PYD”ê tê pêkanîn.
Di heman mijarê de duhî nêzîkî 150 kes li kampa gundê “Sico” li bakurê Helebê rabûn bi xwepêşandanekê bi helkefta borîna du salan li ser koçberkirina wan yekser piştî kontlkirina gund ji aliyê hêzên “PYD”ê.
Û nêzîkî 100 kes ji xelkê bajarê “Tilrife’t” û gundên doruber û koçberên bajarokê Elşiyox û Minbicê bi xwepêşandanekê li dijî hêzên “PYD” û daxwaza vegera xwe û derxistina wan milîsan ji artêşa azad kirin.
Herwiha xwepêşandaneke din bi beşdariya bi dehên çekdarên artêşa azad û xelkê gundewarê bakurê Himusê û Elresten li dijî “Desteya Tehrîr Elşam” derket û têde daxwaza derketina wê kirin.
Hevdem ku hemû xwepêşanderên li bajarê Babê li gundewarê Helebê û tevlî xwepêşanderên Elrestin li gundewarê Himusê tekezî li yekparçebûna xaka Sûriyê û piransîpên şoreşa Sûriyê li dijî hêzên rijêma Bişar Esed û Rûsiya kirin û destxweşî li artêşa azad kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / wekalat