Şandek wezarî bi serokatiya Yasir Elşûfî endamê serkirdayetiya partiya Elbeʹis roja Yekşemê 18Sibatê serdana bajarê Qamişlo kir.
Di wê şandê de wezîrê tenduristiya rêjîmê li gel wezîrê çandiniyê û yê perwerdeyê gera xwe ji nexweşxaneya niştimanî dest pêkir, da ku rewşa nexweşxaneyê ji hêla pêdiviyan û xizmeta welatiyan were şopandin.
Heman şandê serdana hin dibistanên Qamişlo kir û li gel berpirsên perwerdeyê li parêzgeha Hesekê civiyan .
Derbarê vê serdanê çalakvanê siyasî Rêdî Oso ji malpera me re ragihand ku ev ne cara yekê ye serdanên wiha li devera me çêdibin ji ber ku parêzgeha Hesekê di bin kontirola rêjîma Esed de ye.
Tê zanîn ku ew şanda wezarî dê berê xwe bide Hesekê û ewê gera xwe li wî bajarî berdewam bike.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî