Şanderê taybet yê sikirtêrê NY li Sûriyê Staffen de Mistura, bal kişand ser ku rewşa niha li Sûriyê, xerabtirîn rewş e her ji çer salan ve, û daxwaza rizgarkirina gelê Sûriyê kir.
Staffen de Mistura duhî roja yekşemê di gengeşeyekê de li ser pirsa Sûriyê di çarçoveya 54’hemîn xula konferansê asayişa cîhanê li Munşina Almaniya de got ku ew gelekî nîgeran e ji oparesyonên leşkerî yên niha li Sûriyê.
Herwiha gazî li dewletên kartêker li Sûriyê kir ku pişta çareseriya siyasî bigirin, û hişyarî da ji metirsiyên parçekirina Sûriyê, û cext li ser giringiya parastina yekparçebûna Sûriyê kir, da nebe hevşêweyê devera balkan”, wek amajepêkirinekê li ser giringiya dubarenekirina parçekirinê wek ya li devera “Balkanê”.
De Mistura dît ku çi alternativ nînin ji bilî çareseriya siyasî ya bibe rê ji bo pêkanîna helbijartinên serokatiyê û parlemtanoyê li bin çavdêriya NY.
Herwiha tekez kir ku danustandinên Cenêv û sîbera navdewletî, takerê ye ji bo dariştina binemayên destûra nû ya Sûriyê.
Hêjayê gotinê ye ku Stéphane Dujarric berdevkê sikirtêrê giştî yê NY gotibû ku “wê dîrok têkşikestina me di pêkanîna agirbestekê li Sûriyê tomar bike, û wê li hember wê yekê gazind û dilgiraniya xwe ji berpirsyaran diyar bike”.
Û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê li demekê pêştir bêhivîbûna xelkê Sûriyê anîbû ziman li hember têkişestina konseya Ewlekariyê ji bo peydakirina agirbesteke demkî û rewstandina tawan û kuştarên rijêma Esed û Rûsiya û Îranê yên bi awayekî hovane her ji têkşikestina kongirê Soçî yekser zêdetir bûne.
Ev yek hevdem tê ligel zêdebûna êrîşên leşkerî yên metirsîdar li ser çend navçeyan û bi taybetî li ser Xûta rojhilat û gundewarê Şamê û yê Idlibê, ku hin torên mafnasî hişyarî dane li hember têkşikandina rêkeftinên “kêmkirina tundutîjiyê” piştî kuştin û birîndarbûna bi sedên mirovan di çend heftiyên borî de.
Hin torên xwecihî tekez kiribûn ku çekên bitewşî yên qedexekirî tevlî gaza kilora jehrîn çend caran ji aliyê Rijêmê û hevalbendên wê li dijî taxên nişteciyan hatine bikaranîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî/ Wekalat