Bi dehan kes li bajarê Me’ret Elnu’man û Seraqib li parêzgeha Idlibê xwepêşindan kirin bo piştgiriya xelkên Xûta rojhelat li gundewarê Şamê, yên ko bi sedema operasiyona leşkerî ya ji hêla hêzên rêjîmê û Rûsya ve pêk tê di rewşeke aloz de dijîn.
Xwepêşinderan li kolanên herdu bajaran alên şoreşa Sûriyê bilind kirin û bang bi piştgiriya xwe ji Xûta rojhelat re kirin, daxwaz ji alayên artêşa azad kirin ko bibin yek her weha daxwaza koçkirina Beşar Elesed kirin.
Xwepêşinderan diruşmên ko hildabûn li ser wan nivîsîne ‚’ tu helwestekê derheqê Xûta de binivîsînî baştir e ji tu turumbêlekê bê nemre tomar bike, xwîna şehîdan di hustê me de ye ‘’ û ‘’Xûta ne hewcedarî xwarinê ye, lê hewcedarî mêran e ‘’ û ‘’Xûta rojhelat tête kuştin lê nuha ne bi kîmawî lê bi jihevketina alayên şoreşger ‘’ .
Xûta rojhelat li gundewarê Şamê ketiye ber êrîşên leşkerî yên tund di encamê de bêtir ji 100 kesan di demjimêrên borî de şehîd ketine.
Toreyên ragihandinê yên xwecihî li ser çekên qedexeya navdewletî ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê di ve şeva borî bikar hatine û bi dehan wêneyên zarokan ko di xwînê de mane û çareser dibin guhastine.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê di daxyaniyeke xwe de got ‘’ têkbirina çareseriya siyasî encama berdewambûna operasiyona leşkerî ye‘’ , got ko Rûsya dixwaze pirosesa siyasî li gora lêvegera navdewletî têk bibe.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî