Cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Selwa Eksewî diyar kir ko tevgereke herêmî û navdewletî ya berfireh ji hêla Hevbendiya Niştimanî û desteya danûstandinan ya Sûrî ve heye tako komkujiyên rojane yên derheqê sivîlan de li Xûta çêdibin rawestînin.
Eksewî bal kişand ser ko Hevbendiya Niştimanî namak ji emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîs re şand, tê de hişyarî da ji metirsiya ko Rêjîm û hevalbendên wê êrîşên xwe yên leşkerî li ser sivîlên Xûta rojhelat berdewam bikin.
Iksewî bêtir got ko Hevbendiya Niştimanî di nameya xwe de dibîne ko berdewamiya komkujiyan tê wateya têkçûna pirosêsa siyasî û tunekirina wê, daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ko biryarên navdewletî kartêker bike û ya sereke 2254 û 2139 û bilez bombebaranê rawestîne û alîkariyên mirovî derbas bike.
Duh sêşembê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî civînek awarte digel serpereştên Xûta rojhelat lidar xist ji bo şêwirê li ser pêşveçûnên dawiyê û hevrêzkariyê di tevgerên navdewletî de bikin.
Serpereştên Xûta bal kişandin ser rewşa mirovî ko ber bi têkçûnê de ye, destnîşan kirin ko êrîşên asmanî yên ko Rûsya û Rêjîm pêk tînin bi mebest li bargehên bijşkî û depoyên xwarinê didin tako fişareke duqat bidin ser sivîlan.
Her weha desteya danûstandinan ya Sûrî serdana bargehê Yekîtiya Ewropî kir li paytexta Belcîka Biroksilê û digel nûnera siyaseta derve Fîdirîkamo Girînî civiya, serokê desteyê Nesir Elherîrî di kongirekî rojnamevanî de got: ‘’me çi rê û navgîn nehişt tako Xûta negihê vê çarenivîsê ‘’ got desteyê digel Rûs û Emerîkan û Yekîtiya Ewropî de danûstandin kir tako tiştê li Xûta dibe rawestînin.
Elherîrî destnîşan kir ko Rêjîm dorpêçê li Xûta û herêmên din dike bi armanca ko viyana milet têk bide.
Bajar û bajarokên Xûta rojhelat ketine ber operasiyoneke leşkerî ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê, di encamê de di van sê rojên borî de bi sedan sivîl hatine kuştin û wek wan birîndar bûne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî