Desteya yasanasên Sûrî li du rojên borî, yadaşteke yasayî derbarê tinekirina girtiyên Sûrî yên di girtîgehên rejîma Esed de şand ji Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî û Serokê Konseya Ewlekariya NY, û endamên Meclîsa Giştî ya NY re.
Desteya yasanasan di yadaşnameya xwe de gotiye: Rejîma Esed radibe bi tinekirina girtiyan, û kesukarên girtiyan bi telefonan bi mirina zarokên wan agehdar dike, yan jî bi rêka pêdana belgenameyên mirinê bê radestkirina kelex û cenazeyên wan, û bê bêjin ku wan jiyana xwe di bin îşkenceyê de jidest daye.
Desteyê di yadaşnameya xwe de diyar ku 90 girtî ji herêma Hemayê, yên berî sala 2014’an hatibûn binçavkirin di girtîgehên rijêmê de jiyana xwe ji dest dane, û bal kişand ku malbatên wan bi mirina wan hatin agahdar kirin bi riya haydarkirina wan ji aliyê seraya nifûsa Hamayê, bê hîç agahiyên din.
Di yadaştê de hatiye “ku rijêma Beşar Esed bi piştgiriya rijêma Îranê û Rûsiyan li pêş bêdengiya hemû dewletên cîhanê, radibe bi belavkirina lîsteyên mirina girtiyên Sûrî yên bi îşkenceyê ji aliyê hêzên rêjîmê hatine kuştin”.
Yadaşt berdewam dike û dibêje ” Rijêm bi telefonê yan jî bi belgeya mirinê, bê ku zanyariyên berfireh bide, agahiyan dide kesukarên girtiyan, ji bo veşartina fayl û tawankariya kuştina girtiyan bi riya dezgehên xwe yên rêvebirinê, û ji bo xwe ji ber tawanên jenosîd û qirkirina li dijî bi dehhezarên girtiyan bide alî, piştî qeydkirina belgeya mirinê wek mirina normal di serayên nifûsê de”.
Yadaştê bal kişand ku çend nexweşxane û navendên saxlemiyê hene, wek nexweşxaneya Heyva Sora li Şamê, nexweşxane Elmictehid, û ya Herasta, û nexweşxaneya 601, û Nexweşxaneya Leşkerî ya Tishrîn, ligel rejîma Beşar Esed di kiryarên kuştina kesên hatin binçavkirin de beşdar in.
Desteyê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku li ser esasê yasa navnetewî û prensîpên Cenevê, rejîma Beşar Esed û şaxên wê yên ewlekariyê bi berpirsiyariya yasayî di ber tawanên kuştina sivîlan û tawanên îşkenceyê, û tawanên revandin û kuştina girtiyan de siza bidin.
Desteyê amaje bi giringiya aktivkirina karê “Komîsyona Serbixwe ya Navnetewî ya lêpirsînê” ya taybet bi Sûriyê kir, û daxwaza pêkanîna lêkolînan li cihê bûyerê kir, û komkirina belgeyan û guhdarkirina li dîdevanan, û kar ji bo diyarkirina çarenivîsa girtiyan û bêseruşûnan bike, û raguhestina hemû gunehkarên di ber van tawanan de û di nav wan de Bişar Esed bo dadgehkirinê.
Desteya yasanasan daxwaz ji civaka navnetewî kir ku rijêmê neçar bike bi eşkerekirina çarenivîsa kesên hatin binçavkirin û wendakirin, û gihandina cenazeyên kesên hatine kuştin di bin îşkenceyê de, û pûçkirina hemû belgeyên sexte yên armanc ji wan veşartina kuştina girtiyan ne.
Desteya yasanasan ji çend yasanasên Sûrî pêk hatiye bi armanca dûvçûba li fayilê yasayî û Sûriyê bi taybetî bi hemû movik xwe ve, û hevdemiya ligel rêveçûna her rewşeke pêşhat û awarte, û komkirina şiyanên yasayî di xizmeta xelkê Sûriyê de.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê