Dezgehên ewlekariyê yên rejîma Esed, fayilên sivîlên binçavkirî û winda yên bajarê Hamayê yê li naverasta Sûriyê, yên ji destpêka şibata 1982an de vedikin , bi armanca komkirina diravan ji kesukarên bêşeruşûn û girtiyan.
Hin çavkaniyên xwecihî ji ajansa “Smart” re diyar kir ku hêzên ewlekariyê li kesûkarên girtî û windabûyan digerin, û gefa girtinê li wan dixwin ji bo standina pereyan jiwan.
Malbatên windayan bal kişandin ser ku hêzên ewlekariyê yên rejîma Esed ji bo standina diravan ji xelkê sivîl, rabû bi girtina kesên sivîl ji bo berdana wan berzmberî pereyan, wek tolvekirin ji ber nerazîbûna xelkê Hemayê li hember bûyerên Hama yên tal û dilêş û windabûna sivîlan bê ku malbatên wan li ser çarenivîsa wan haydar bibin.
Çavkaniyan diyar kir ku ” ji berî 35 salan ve ti agahiyên xelkê li ser girtî û windayên wan tune ne, di heman demê de dayikên wan naxwazin mirina wan bête tekezkirin”.
Hêjayê gotinê ye ku hêzên Esed rabibûn bi komkujiyeke hovane li bajarê Hamayê li sibata sala 1982’an , ku cînayetkar Hafiz Esed desthilat hemû dabûn serbazên “Seraya El-difa’h” ji bo dagîkirina bajarê Hemayê, piştî dorpêçkirina wê bi demekê dirêj û qutkirina wê bi carekî ji dinyayê, û ligor raportên berê yên Lêborîna navdewletî “Amnesty” ku têde bi hezaran kesên sivîl hatin girtin û îşkencedan û gelek kiryarên xirab dijî wan hatibûn pêkanîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûrî / Smart