Fûad Elîko

  • Pileya Niha: Desteya Siyasî
  • Komika siyasî: Encumanê Niştimanî Kurdî
  • Bajar: Hesekê
  • Dayikbûn: Tuesday, 16 May 1950
  • cihê dayikbûnê: Dirbêsiyê
  • Zanyariyên dîtir: - jidayîkbûyê 1950, ji bajarê Dirbêsiyê ye yê girêdayî parêzgeha Hesekê - Nişteciyê Qamişlo ye, bavê çar kur û keçekê ye - derçûyê peymangeha fêrkirina amadeyî ye beşê bîrkariyê û 21 salan di karê wanebêjiyê de kar kiriye û niha wanebêjekî xanenişîn kiriye. - di jiyê 18 saliyê de tevlî rêzên tevgera kurdî bûye, û li sala 1987 bûye endamê komîta Navendî di partiya Hevgirtina Gel ya kurdî de û paşî li sala 1993an bûye endamê nivîsîngeha Siyasî di Partiya Yekîtî ya kurdî de, û di navbera salên 2007-2010 bûye Sikirtêrê partiya Yekîtî kurd û niha endamê komîta Siyasî ye di heman partiyê de. - di navbera salên 1990/1994 bûye endamê perelementoya Sûriyê wek nûnerê tevgera Kurdî di hindur lîsteyeka serbixwe de tevlî mamoste Hemîd Derwêş Sikirtêrê partiya demokrata pêşverû ya kurd û mamosteyê koçadawîkirî Kemal Ehmed Derwêş Sikirtêrê partiya demokrata kurd (Elpartî), ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve rê nedihat dan bo nûnerên Tevgera kurdî xwe kandîd kirin di helbijartinan de, ji ber ku partiyên kurdan qedexe bûn. - niha nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ye di Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê de wek endamê desteya siyasî.