Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Enes El’ebde, tekez kir ku wê di qonaxa bê de li ser du tewerên serekî kar bike, yekem vejandina têgeha niştimanî ya Sûrî, wek hembêzeke mezin ji şoreşa sûriyê re, û yê duwem nûneratiya çalak ya şoreşa Sûriyê ye û karê siyasî yê kartêker di xizmeta vê şoreşê de.
Û tekez kir ku cihê Esed ne di qonaxa veguhêz û nejî di paşeroja Sûriyê de nîne, herwiha cext li ser berdewambûna Sûriya wek dewletek yekgirtî kir, û her pirojeyekî dabeşkirinê red kir, û cext li ser vegera penaberên Sûriyê bo nav malên xwe, û dubare avakirina welat bi piştevaniya dewletên bira û yên dost kir.
El’ebida got: ku hin rûbirûbûnên mezin yên navxweyî û derekî ku şoreşa sûriyê rastî wan tê hene, û em dikarin reftarê bi wan rûbirûyan re bikin, wek derfet wan wergerin û bêxin serkeftin heger em baş reftarê bikin û wan bi awayekî erênî berhemhênan bikin, û hin mîkanîzmên diyar hene ku em wek yek tîmê kar di hindurê Hevbendiyê de bikin û digel desteya siyasî, û ev yek nehîniya serekî ya serkeftina me ye .
Serokê Hevbendiyê diyar kir ku şoreşa sûriyê tûşî êrîşeke dijwar ya neçavrêkirî ji aliyê dewleteke zilhêz mîna Rûsiya dibe, herwiha ji aliyê hêzên rêjîmê û mîlîşên xwecihî û yên biyanî jî, herwiha rastî terora DAÎŞê dibe, ku ev yek qebarê aloziyan mezintir dike.
Ele’bida got ku niha agirbesteke lawaz li welat heye, lê gelekî tê binpêkirin ji aliyê rêjîma Esed û hevalbendên wê ve, û pêwîste komîta pispor berpirsyaretiya berpirsê binpêkirina agirbestê destnîşan bike, û ew nirxê sûncdariya xwe bide, paşî dikarin behsa danustandinan li ser binemayekî riyalît bikin, herwiha ku hin tiştên destnîşankirî hene yên eşkere bo destpêkirina danustandinan ku ewjî rakirina dorpêçkirinê û serbestberdana girtiyan û rawestandina armanckirina sivîlan e.
Hêjayî gotinê ye ku endamên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civîna xwe de ya berdewam ji roja şembiya bûrî li heyva sibatê de , li hev kiribûn li ser dirustkirina desteyeke serokatiyê ya nû bi serokatiya Enes Ele’bida û cîgiriya heryek ji Miwefiq Nêrebiyê û Ebduhekîm Bişar û Semîra Mesalimê wek cîgir û Ebdulîlah Fehid wek sikirtêrê giştî yê Hevbendiyê.
Jêder: Hevbendî+ Elşerq Elewset