Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Bi ketina roja heştan ya Peymana Rawestandina operasiyonên dijminkariyê, û di nav bi dehan binpêkirinên rojane yên ko Rêjîma Esed û Rûsya û Îran wan pêk tînin, û bi berdewamiya dorpêçkirin, birçîkirin û astengkirina li ser bajar, bajarok û gundên Sûriyê, hêj benda berdana bi deh hezarên girtiyan cîbicî nebûye.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko bizavên Navdewletî yên ko meha buhurî li ser Peymana Miyûnix li hev kirin, ewê bênirx be eger fişarê nedin ser Rêjîma Esed ji bo bi agirbestê pabend bibe. Hem bi tekûzî operasiyonên dijminkariyê rawestînin, û girtî ji zindanên Rêjîmê bêne berdan.
Di vir emê hejmarên ko Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan yên ko di destpêka 2016an derxistine destnîşan bikin. Toreyê got ko hejmara girtiyan li Sûriyê 215 hezar girtî 99% ji wan di zindanên Rêjîmê de ne.
Nabe ko helwesta civaka navdewletî hember evan binpêkirinên berdewam lawaz be.
Eger civaka navdewletî der barê binpêkirinên Esed berdewam be, wê agirbest têk biçe û çaksazîkirina wê jî wê nebe, Hevbendî dibîne ko aliyê cîbicîkirina Rêkeftinê, ew ezmûneya rastîn e ji nirxên wê re, eger cîbicî bibe dê bawerî misoger bibe û dê derfet be jî ji bo çareseriya siyasî bicih bibe.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê
Nuvîsgeha Ragihandinê
7 adara 2016