Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê, tekez kir ko giring e yekser girtî ji zindanên Esed bêne berdan, wekû pêrabûneke bingehîn ji bo pêkanîna baweriyê û pêrabûnên danûstandinên bi rêkûpêk dabîn bikin, da ber bi çareseriyeke siyasî ya durist ve bêne guhastin.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko bizavên Navdewletî yên ko meha buhurî li ser Peymana Miyûnix li hev kirin, ewê bênirx bin eger fişarê nedin ser Rêjîma Esed ji bo bi agirbestê pabend bibe. Hem bi tekûzî operasiyonên dijminkariyê rawestînin, û girtî ji zindanên Rêjîmê bêne berdan.
Hevbendiyê hişyarî da eger Civaka Navdewletî bi evan binpêkirinên berdewam re helwesta wê lawaz be, dê aramî têk biçe û dê durist çareser jî nebe. Hevbendiyê agahî da ko aliyê cîbicîkirinê ji Rêkeftinê ew ezmûneya rastîn e ji nirxê wê re, eger cîbicî bibe dê bawerî misoger bibe û dê derfet be jî ji bo çareseriya siyasî bicih bibe.
Toreya Sûrî ya Mafê Mirovan di raporta xwe ya di destpêka 2016an derxistiye de, diyar kiriye ko hejmara Girtiyan li Sûriyê 215 hezar Girtî 99% ji wan di zindanên Rêjîmê de ne.
Jêder: Hevbendî