Endamê desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî“Şelal Gedo” di hevdîtina xwe ya bi kenala Oriyet re got:“ Encumena Niştimanî Ya Kurd çûna Himêmîm red kir ji ber hejmarek sedeman, ya yekem; Encuman red dike civînan bi serkirdeyên ewlekariya Sûrî re pêk bîne, ji ber ku berê jî wan vexwendina Beşar Esed di destpêka Şoreşê de red kiribû, û sedema duyem; ev vexwendina hatiye şandin ne zelal e, ji ber ku bi navê 24 partiyan hatiye, û ne bi navê ENKS û ev nîşanek e ku ew danpêdanê bi Encuman nakin, ji lewra em dibînin ku ev vexwendin ji rêjîmê hatiye”.
Û Gedo diyar kir ku “Encumana Kurdî danûstandinên bi Rûsan re red nake, û berê jî şandên Encuman çûne Rûsiya li ser vexwendina wezareta derve ya Rûsî, û niha jî Encuman amade ye ku hevdîtinan bi wan re bike li Mosko be yan li çi deverek dîtir be, lê çûna Himêmîm û di vê demê bi xwe de, di baweriya min de Encuman nakeve vê şaşiyê de, û ti danûstandin li wir bi wan re nabe”.
Û Endamê desteya giştî ya Hevbendiyê amaje kir ku Partiya Yekîtiya Demoqrat PYD û çend partiyên din yên hevalbendên wê, berê jî çûne Himêmîm û hevdîtin bi Rêjîmê re kirine,wek ku di nûçeyên dezgehên ragihandinê de belav bûye, û ne dûre ku niha jî biçin.
Her weha Gedo got: “Encumana Niştimanî Ya Kurd di kongirê xwe yê damezirandinê de biryarek standiye ku ew ti danûstandinên tekane bi rêjîmê re nake, eger Rikberî bi giştî biryara wê danûstandinê nede, wek amadebûna wê ya li Cinêvê çêbû, bi beşdariya civaka navdewletî”.
Û di dûmahiyê de, endamê Hevbendiyê “Şelal Gedo” amaje kir ku dûrkirina Encumana Kurdî ji Opozisyona Sûriyê û hêzên şoreşger, ziyaneke mezin digihîne Kêşeya Kurdî û Kêşeya Sûrî bi giştî.
Jêder: Oriyet- Beşê Kurdî ji Ofîsa ragihandina Hevbendiyê