Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilîlah Fehed, daxwaz ji Emerîka û Dewletên Ewropî kir ko tevgereke kartêker bikin ji bo kuştar û qirkirina li taxên Helebê yên dorpêçkirî, ya ji aliyê Rûsya û Îran û Milîsên Esed çêdibe rawestînin.
Li ser lihevkirina navbera Rûsya û hin alayên Artêşa azad, bi navgîniya Tirkiyê, li ser derketina hêmin ji kesên dorpêçkirî re ji Helebê, ya ko Rûsya ji pabendiya xwe ya pê vekêşiya, bi behaneya ko milîtanên bi ser Îranê ve rewşê asteng dikin. Bêtir got: “çawa nûnerê Rûsya daxwaza vegera danûstandinên siyasî li Sûriyê dike, û welatê wî bêçare ye ko peymanekê li ser 2 km2 li Helebê feriz bike”. Û bêtir got: “xuyaye rola Rûsya li Sûriyê bûye wek Artêşeke nandoz û xizmeta Îran û Rêjîma Esed û milîtanên mezhebperest dike, û ew ji kuştin û wêraniyê pêve nikare tiştekî dîtir bike.”
Fehed tekez kir ko ew pişta xwe bi helwesteke yekgirtî ji dewletên Erebî û yên heval xurt dike, bi amanca 100 hezar sivîlên li ber qirkirinê ne rizgar bikin. Bêtir got: “em bi hêza van dewletan bawer in, û ew karin vê qirkirinê rawestînin û hejmarek ji bijardeyan li bal wan hene eger viyana wan hebe.”
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî