Wezîrê Derve yê Tirkî Mewlûd Cawîş Oxlo îro çarşembê di kongirê Rojnamevanî de Rêjîma Beşar Elesed û milîsên ligel şer dikin tawanbar kirin ko bizavê dikin da peyamana Agirbestê li bajarê Helebê ya ko bi siponseriya Tirkî-Rûsî bû cîbicî nebe, û tekezî kir ku ji bo parastina silvîlan divê her Alî bi erkên xwe rabin.
Dawûd Oxlo got “em nuha dibînin hewldan ji Rêjîmê û Komên din hene, ji bo Agirbestê asteng bikin, û Rûsya û Îran û Hêzên ko ji Tehranê têne piştgirîkirin, li Helebê li kêleka hêzên Rêjîma Esed in”. û tekez kir ko tiştê li Helebê dibe kuştarên komel in.
Çalakvanan ji hindirê Helebê tekez kirin ko hêzên Rêjîma Esed û milîsên Îranî û Îraqî nehiştin birîndar ji taxên dorpêçkirî derkevin, û kesên pêşî ko ji navenda bijîşkî deketin piştî ko gihan rêbenda Ramûsê basa wan vegerandin. Tekez kirin ko rêbendên milîsên Îranî xwestin birîndarên herdu bajarokên Kefraya û Fo’a li Idlib derkevin, beramber derketina sivîlan ji Helebê.
Çalakvanan gotin ku firokên cengê yên Rûsî taxa Ensarî ya rojhilat û ya Meşhed û ya Elsukerî li Helebê amanc kirin, bêtir gotin ko topa hêzên Rêjîmê yên ko tax dorpêç kirine, bi dehên guleyên topan ew topbaran kirin, di encamê de çend kes birîndar bûn û avahî wêran kirin.
Berdevkê Encûmena Mafê Mirovan li Netewên Yekbûyî Robêrt Kolfîl, di kongirekî rojnamevanî de doh sêşembê hêzên Esed û milîsên Îraqî bi kuştina sivîlan ji nav wan jî jin û zarok tawanbar kirin, piştî ko têwerdan di malên wan de li taxên Helebê yên dorpêçkirî de kirin, tekez kir ko pêzanên belgehkirî ji hindirê bajêr gihanê, tê de tekez dikin ko hêzên Rêjîma Esed 82 sivîl yekser li çar taxên rojhilat ji Helebê darve kirine, û tekez kir ko hestên mirovî li bajêr têkçûne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî