Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê di civîna xwe ya di 21.02.2013 li Qahira, digel encamdanên şoreşgerî li ser qadê dibîne ko terxanên çareseriya siyasî yên ko armancên şoreşê pêk bînin û dabînkirina rawestandina xwînê û aramî û parastina dezgehên dewletê bêguman gerek li ser evan xalan palpiştî bibe:

  1. Misogerkirina armancên şoreşa miletê Sûrî di wekhevî, azadî û rûmetdariyê de û rawestandina xwîna miletê Sûrî û rawestandina wêraniya welat û metirsiya ko tê ser û parastina yekgirtina Sûriyê ya Cografî û siyasî û hem ya civakîniyê ev yên ko misoger dikin ko ber bi Rêjîmeke dîmuqratî, sivîl, piralî, jin û mêr û ji hemû pêkhatên olî, netewî, û milî.
  2. Têkbirina Beşar Alesed û Serkirdayetiya ewlekariyê- Ya leşkerî berpirsên biryarên ko Welat gihandine evê rewşê û ew bi herhal ji derveyî operasiyona siyasî bin û wê hîç ne parek ji çareseriya siyasî bin di Sûriyê de, bêguman jî divê li ser tawanên ko kirine siza bibin.
  3. Çareseriya siyasî û paşeroja Welatê me ya daxwazkirî, anko hemû milet tev li ew kesên pak di saziyên dewletê û Basî û hemû Hêzên Siyasî û Sivîl û Civakî yên ko li dijî Milet tawan nekirine. 
  4. Çi peşxerî palpiştê dide ser evan xalên destnîşankirî pêdivî di çarçoveyeke çaxbûyî û armanceke xuyanî û hem eşkere de be.
  5. Dabînkirinên Navnetewî ji Encûmena Ewlekariya Navnetewî û bi taybetî Rûsya û Amerîka û di bin çavdêriya Navnetewiyê de û dabînkirinên heyî da ev çareserî bi biryareke pabend be ji Encûmena Ewlekariya Navnetewî derbiçe.
  6. Pabendbûn bi berdewamiya piştgiriya Şoreşvanan li ser zemîna Welat ji bo misogerkirina tirazûyê di navbera Hêzan de li ser xakê.
  7. Kar bikin ji bo qezenckirina pitşgiriyê ji heval û birayên me di ber çareseriya siyasî de li gora xalên jorîn.
  8. Komîta Giştî ya Hevbendiyê tenê ew aliyê destûrdayî ye ji bo pêşkêşkirina çi pêşxeriya siyasî bi nav Hevbendiyê.

 

Home Derbar Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî