Posta niha di Hevbendiyê de: Endamê komîteya yasayî ye
Fraksyona siyasî: Encumana Niştimanî ya Sûrî
Parêzgeh: Hims
Sala jidaykbûnê: 1965
Pileya zanistî: Doktora di qanûnê de ji zanîngeha York ya Emerîkî
Beşek ji qonaxa xwendinê ya diwenavencî li dibistana Ebdilhemîd Elzehrawî li Himsê xwendiye, û 4/12/1980, di temenê 15 salî de, ji hêla hêzên ewlekariya Leşkerî li Himsê hate girtin.
9 salan di girtîgehên rijêmê de ma, 7 ji wan di girtîgeha Tedmurê de û 2 di girtîgeha Seydnaya de, di 14 /5/1989 ji zindanê derket, û nexweşiyên demdirêj pêre hebûn, ji encama işkence û rewşa girtîgehê ya xerab.
Bawenameya Bekalorya sala 1990, piştî derketina ji zindanê wergirt.
Sala 1994 bawernameya lîsansa mafnasiyê ji zanîngeha şamê wergirt.
Gihişt pileya Ustad di warê parêzkariyê de di 10/12/1997, û mijara bawernameya derçûna wî li ser “ berpirsiyariya sizadanê û sedemê behanedîtinê di qanûna sizayan ya sûrî de.
Karê parêzkariyê di dadgehên Sûriyê di kêşeyên corbecor de kiriye.
Endamê Komeleya Informatikê ya Sûrî ji sala 2001 de.
Endeamê Komeleya Sûrî ya Mafê Mirovan ya li şamê ye, ewa ku bê destûrdana rijêmê karê xwe dikir.
Bawernameya masterê di warê rêvebirina karan de stand, ji akadîmiya erebî ya zanist û teknolojyayê sala 2007.
Karê hekemdariyê li navenda Hekemdariya Navdewletî ya Şarîqayê di 2009an de kiriye.
Pileya doktora di qanûnê de ji zanîngeha Yourk ya Emerîkî wergirt.
Bervanî di ber çalakvanên siyasî de li pêşiya dadgehên Ewlekariya Dewletê sala 2000 de kir.
Sala 2003, li Himsê bi tuhmeta devavêtin û riswakirinê hat dadgehkirin û cezakirin, ji ber dijatiya wî ji gendeliya di dadgehan de.
Yadnameyên girtinê ji hêle hêzên ewlekariya sûrî dijî wî derketin yek jê berî şoreşê di 2006an de, û ya din piştî şoreş di 2011 de.
Beşdarekî çalak bû di mangirtina sendîkaya parêzkaran li HImsê sala 2001 de, ji ber destêwerdana hêzên ewlekariyê û kiryarên wan ên nerewa û lêxistina wan ji yekî ji parêzeran re.
Hejmarek gotarên siyasî û mafnasî nivîsî ne, her weha hejmarek raporên wî yên mafnasî hene, û giringtirîn yek ji wan ya derbarê binpêkirina mafên zarokan di bin siya rewşa awarte de ya sala 2004 hat weşandin.
Û ji ber karê wî di warê mafê mirovan û civaka sivîl de, û daxwazkirina serbixwebûna dadweriyê û peyketina gendelan û tunekirina mada 8emîn a destûra Sûriyê û giringiya girtina dosya sergunkiriyan û diyarkirina cihê bêserûşûnan, ji hêla Ewlekariya Leşkerî û Firih Felestîn ya li şamê hat vexwendin, û ji ber tirsa girtinê bi dizî ji Sûriyê 8/11/2006 derket.
Beşdarî di vêxistina şoreşa sûrî de kiriye, û ew yek ji damezrênerên Encumena Bilind ya serkêşiya şoreşa sûrî de, û ew yek ji yên beşdar e di daraştina Daxwiyaniya damezrandinê de ye ji 4/9/2011ê.
Û wek nûnerê tevgera şoreşgerî, beşdarî du damezrandina Encumana Niştimanî ya Sûrî de, di 2/10/2011 kir.
Û wek rêvebirê Ofîsa Qanûnî ya Encumana Niştimanî ya Sûrî de sala 2012 de hat helbijartin.
Wek serokê komîteya endamtiyê û endamê komîteya qanûnî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de sala 2012 har helbijartin.
Daxwaza dewleta Hevwelatîbûnê û serweriya yasa û wekhevî û maf û azadiyê dike, ji ber ew bingeha avakirina Sûria azad in.